Êriş biryara Tirkiyeyê bû

Duşem 12 Çile 2026 - 16:00

  • Şêwirmendê qebîleya El Cibûr şêx Ekrem El Mehşûş diyar kir ku êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi biriyara dewleta Tirkiyeyê bû, komên DAIŞˊê pêk anîn û got: "Desthilata Sûriyeyê şirîk û alava qetilkirina sivîlan a li Helebê ye."

Êriş û topbarana li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zeyd ê bajarê Helebê pêleke şermezarkirinê ya mezin û dengvedanek berfireh çêkir. Di vê çarçoveyê de şêwirmendê qebîleya El Cibûr şêx Ekrem El Mehşûş ragihand ku hemû sûcên li dijî sivîlan hatine kirin dewleta Tirk û hikumeta demkî ya Sûriyeyê berpirsiyar in. 

Şêwirmendê eşîra El Cibûr got: "Dema ku em dibêjin desthilatdarî, divê desthilatdariyeke rastîn hebe. Êrişên li ser Şêxmeqsûd ji aliyê Tirkiye û DAIŞ'ê ve hatine plankirin û ji aliyê komên çeteyên girêdayî wan ve hatin kirin, hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê temaşevan bû û xwe ji bo Sûriyeyiyan berpirsiyar nedît.

El Mehşûş diyar kir ku "Biryar û êriş a dewleta Tirkiyeyê bû, hikumeta demkî jî amûrek di destê Tirkiyeyê de ye. Serweriya Sûriyeyê li hemberî êrişên dewleta Tirkiyê û DAIŞ'ê li ku ye? Berê, di navbera me û DAIŞ'ê de şer hebû, îro ew di nava vê hikumetê hatine tayînkirin."

El Mehşûş anî ziman ku şerê kolanan hat kirin, sivîl hatin qetilkirin û bi cenazeyên wan hatin lîstine û gotin ˋEllah Ekberˊ, ev jî binpêkirina hurmeta xwedê ye. El Mehşûş got: "em wek eşîran van pêkanînan û qetilkirinên sivîlan di bin navê parastina sivîlan de şermezar dikin. Ev kar bi fermanên Tirkiyeyê û çeteyên DAIŞˊê pêk hatine û desthilata Sûriyeyê amûrê pêkanînê bû."

El Mehşûş destnîşan kir ku "Di 4'ê Çileyê de, hikumeta demkî Colan firot Îsraîlê, piştire li 2 taxên Helebê dest bi qetilkirina Sûriyeyiyan kir. Vê desthilatê û dewleta Tirk berê hesab û planên van êrişên li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kiribûn."

Şêwirmendê qebîleya El Cibûr şêx Ekrem El Mehşûş di dawiyê de got: "Tu Sûriyeyek ji van êrişan bê guneh nîn e, ji bo hikumetê û tevahî sûriyeyiyan şerm e. Rayedarên Sûriyeyê berpirsiyariya biryarên Tirkiyeyê ku hiştiye Sûriyeyiyan qetil bike û bi cenazeyên wan bilîzin, berpirsiyar e."

ANHA/HESEKÊ/DIYAR EHMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.