Êrişên li Helebê ferzkirina yekalî ye
Sêşem 13 Çile 2026 - 16:00

- Çalakvanê siyasî Welîd El Hemûd êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li ser taxên Helebê, wekî ‘siyaseteke sîstematîk a ji bo ferzkirina desthilateke yekalî’ nirxand û got, "Armanca vê yekê dûrxistin û qelskirina pirrengiyê ye, ev dê civaka Sûriyeyê ber bi parçebûnê û şerekî navxweyî ve bibe."
Çalakvanê siyasî yê ji herêma Siwêda ya Suriyeyê Welîd El Hemûd der barê êrişên li ser taxên Şêxmeqsud, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê ku ji aliyê komên çete yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ku dewleta Tirk destekê dide wan ve pêk hatin de axivî.
Welîd El Hemûd diyar kir ku ev êriş di çarçoveya siyaseteke sîstematîk a ji bo ferzkirina desthilateke yekalî û dûrxistinê tên kirin.
El Hemûd bi gotinên wekî “Em êriş, nêzîkatiyên provokatîk, tekfîrî û xiyaneta ku hêzên îslama siyasî ya tundraw li ser taxên dorpêçkirî meşandine şermezar dikin” nerazîbûna xwe anî ziman û wiha dom kir: "Bûyerên ku li taxên dorpêçkirî yên Helebê rû dan, ji gelek bûyerên din qut nîn in. Ev, di çarçoveya siyasteke berdewam de tên kirin. Ev siyaset hemû kesên li dijî şêwazê rêveberiya heyî ya xwe dispêre dûrxistinê û yek rengiyê derdikevin dike hedef. Ev rêbaz jî civaka Sûriyeyê parçe dike û baweriya mayî ya di navbera pêkhateyên wê de têk dibe û welat ber bi parçebûneke zêdetir û şerê navxweyî ve araste dike."
El Hemûd anî ziman ku Kurd û doza wan dozeke nîştimanî ya giştî ye, hedefkirina Kurdan berdewama hedefkirina pêkhateyên din e.
El Hemûd diyar kir ku parastina taxên dorpêçkirî yên Helebê, parastina rûmeta tevahiya Sûriyeyê û mafê hemû Sûriyeyiyan e. Hemûd, got pêwist e welatekî sivîl û demokratîk ê li ser esasê hewlatîbûnek wekhev bê avakirin.
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN







