Jin Jiyan Azadî rola pêşeng dilîze

Sêşem 13 Çile 2026 - 16:30

  • Rojnamevan û çalakvanê mafên mirovan a Îranî Dîyako Moradî diyar kir ku êdî her şikestineke civakî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê wê bêtir xuya bibe û got: "Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, tu daxwaz tenê bi debara jiyanê ve sînordar nîn in; krîza aborî jî veguheriye têkoşîneke siyasî, nasnameyî û mirovî."

Li Îranê, xwepêşandanên ku di 28'ê kanûna 2025'an de li Bazara Mezin a Tahranê ji ber krîza aborî, enflasyonê û kêmbûna nirxa diravî dest pê kirin, zêdetirî du hefteyan e li seranserê welêt berdewam dikin. Xwepeşandanên ku di destpêkê de ji ber daxwazên aborî dest pê kirin, zû veguherîn tevgereke gel a dijî rejîmê, li zêdetirî 30 parezgehan karker, xwendekar tevlî xwepeşandanan bûne. Di demeke kurt de xwepêşandanan belavî 20 bajar û bajarokan bûn. Li seranserê bajêr zanîngeh, ciwan û jin jî tevlî xwepêşandanan bûn. Çalakiyên berfireh ên li dijî rejîmê ji daxwazên aborî derbas bûne û veguherîne bangên ji bo guhertina siyasî, edalet û azadiyê.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan ên serbixwe, di heyama du hefteyan de hejmara miriyan ji 500'î derbas bûye ku nêzîkî 490 ji wan kesên ku hatine kuştin xwepêşander in û tê gotin ku 48 kes endamên hêzên ewlehiyê yên Îranê ne. Her wiha, zêdetirî 10 hezar û 600 kes hatine binçavkirin. Rayedarên fermî ev hejmar eşkere nekirine û ji ber qutbûn û qedexeyên înternetê hejmarên rast bi tevahî nayên piştrastkirin.

Rojnamevanê  ji Rojhilatê Kurdistanê û aktivistê Mafê Mirovan Dîyako Moradî der barê geşedanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de nirxandin kir.

Rojnameger Moradî bi lêv kir ku Îran di aloziyeke kûr û demdirêj re derbas dibe û wiha axivî: "Îran ne welatekî yekreng û yeknasnameyî ye û ne jî çarçoveyeke homojen e ku her tişt ji navendekê dest pê dike. Îran civakek e ku li ser bingeha ziman, nasname, netewe, mezheb, zayend û çînê bi hev re dijî. Ger ev rastî neyê qebûlkirin, hemû analîzên li ser Îranê, çi qas kûr xuya bikin jî, dê bê encam bimînin. Ji ber vê yekê, di siyaseta Îranê de, tiştê herêmî ne duyemîn e, lê bingehîn e. Naskirin û teqdîrkirina cudahiyan, ne ji holê rakirina wan e. Siyasetekr mayînde û ewledar tenê bi rêkûpêk pêkan e ku tê de gel bi ziman, dîrok û êşên xwe ve mijûl in û dikarin biryaran ji bo xwe bidin. Ji bo fêmkirina tiştên ku îro li Îranê, bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê diqewimin, divê mirov ji vê rastiyê dest pê bike. Welat ne di krîzeke demkî re derbas dibe, bi krîzeke kûr û demdirêj re derbas dibe ku hemû astên siyasî, aborî, civakî û nasnameyî digire nav xwe. Di warê siyasî de, hêz û otorîteya dewletê gihîştiye xaleke şikestinê. Rewatiya hilbijartinê hilweşiyaye, saziyên nûnertiyê yên fermî ji naverokê vala bûne û pêvajoyên biryardanê her ku diçe ewlekarî û navendî dibin."

Dîyako Moradî diyar kir ku ne rast e ku mirov texmîn bike ku xwepêşandanên ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirine tenê ji ber krîzeke aborî derketine holê û got: "Di aboriyê de, gendeliya sistematik, aloziya aborî, polîtikayên ewlehiyê yên hatiye afirandin, jiyana asayî ji bo bi mîlyonan kesan nepêkan dike. Krîza debara jiyanê ne tenê bandor li xizanan kiriye, lê di heman demê de bandor li dikandar, karker, mamosteyan jî kiriye. Vê veguherînê xwezaya têkoşînê jî guhertiye. Ger nan li ser sifrê tune be, daxwazên aborî zû vediguherin meseleyeke rûmeta siyasî.Di asta civakî û çandî de, cudahî di navbera nifşên ciwan û bîrdoziya fermî, di navbera navend û derdorê de, û di navbera nirxên jiyanî û yên ku ji hêla dewletê ve têne ferzkirin de kûrtir bûye. Beşên mezin ên civakê êdî baweriya xwe bi vegotinên fermî naynin û ji bo zindî manê difikirin ku ji pergalê derkevin. Li Rojhilatê Kurdistanê, ev rewş bi awayekî hîntundûtûjtir tê jiyîn. Li vir, krîzên giştî yên li Îranê bi zordestiya neteweyî, înkarkirina nasnameyê, leşkerîkirina jiyana rojane, darvekirin, wêrankirina gundan, bêkarî û koçberî bi darê zorê re têne hev. Ji ber vê yekê, li Kurdistanê, tu daxwaz bi tenê ji bo debara jiyanê sînordar nîne. Her daxwazek di heman demê de daxwazek siyasî, nasnameyî û mirovî ye. Ji ber vê sedemê bi 'Jin Jiyan Azadî' li Kurdistanê rolek pêşeng, berxwedêr û bi rûmet lîstiye."

Dîyako Moradî anî ziman ku heta ku wateya "Jin Jiyan Azadî" neyê fêmkirin têkoşîna ku îro tê dayin jî nayê fêmkirin û wiha dom kir: "Ev ne tenê dirûşmeyek e ku li kolanan bilind dibe. Ew çarçoveyeke nû ya wateyê ye ku krîzên dîrokî dihewîne. Nasnameya neteweyî, mafên siyasî, debara jiyanê û kedê dihewîne ye.  Rizgariya jinan û polîtîkayên zayendperest, azadiya baweriyê û jiyana civakî, edalet û mafê jiyanê hemû di vê çarçovê de bi hev ve girêdayî ne. 'Jin' bûye îxtîmala rizgariyê, 'jiyan' mafek bingehîn e, û 'azadî' hem armanc û hem jî amûrek e. Her tişt, ji kolberên Kurd bigire heya girtiyên siyasî li Belûcîstanê, ji qedexeyên ziman li Azerbaycanê bigire heya hilweşîna aborî li Tehranê, di vê gotarê de deng vedide."

Dîyako Moradî got ku danîna xeteke têkoşînê ya hevpar di navbera Azerî, Faris, Belûc û Kurdan de divê ne tenê hevpariya bindestî û xizaniyê be, di heman demê de vîzyoneke hevpar ji bo pêşerojê jî hewce dike. Dîyako Moradî got, "Ev vîzyon parastina demokrasiyê li navendê bi têgihîştineke pirneteweyî û çareserkirina daxwazên nasnameyê  weke beşek yekgirtî ya pêşeroja hevpar hewce dike. Tê gotin ku garantiyên destûrî yên wekî perwerdehiya bi zimanê dayikê, xweseriya herêmî, temsîliyeta wekhev û rûbirûbûna bi rabirdûyê re dikarin vê baweriyê ava bikin. Ev çîrok eşkere dike ku azadî bêyî wekheviyê çênabe û wekhevî jî bêyî azadiyê vediguhere zindaneke nû. Gel bêyî azadkirina navendê nayê demokratîkkirin û berevajî vê, divê ku di sedsala borî de cara yekem hem li navendê û hem jî li derdorî deng vede. Ji ber vê yekê, tê gotin ku pêşeroj pêkane ye."

MA / WAN / ZEYNEP DÛRGÛT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.