Em ê taxên xwe neterikînin
Duşem 29 Kanûn 2025 - 03:35

Ji dema hilweşîna rejîma Baasê û vir ve, gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê heyamekî aram nejiya; êrîş û dorpêçên komên çekdar ên cûrbecûr li pey hev hatin. Îro cîhadîstên Ceyş El-Îslahê, bi êrîşên hovane yên bi çekên giran sivîl, jin û zarokan hedef digrin û hewl didin taxan dagir bikin. Lêbelê, gel û bi taybetî jî jin, bi israr in ku ax û mafên xwe biparêzin û nîşan didin ku îradeya wan ji hemû zextan xurttir e.
Di çarçoveya êrîş û binpêkirinên li taxan de, Seroka Ofîsa Jinan a Konseya Giştî ya Taxan Şîrîn Şêxo, diyar kir ku gel piştî rejîma Baasê û vir ve hertim dibin dorpêçê de ye û got:“Ceyş El-Îslahê gelek caran dorpêç ferz kir, di êrîşan de çekên giran û tankan bikaranî û herî dawî bû sedema birîndarbûna 19 sivîlan û qetilkirina jinekê. Di 20 avahiyan de av û elektrîk qut bûn û bandor li zêdetirê 400 malbatan kir.” Şîrîn Şêxo da zanîn ku êrîşan tenê sivîl hedef girtin û got:“Mizgeftek navdar a li Şêxmeqsûdê jî zirar dît. Ev êrîşan, gel neçar kir ku dikanên xwe bigirin û dev ji karên xwe li derveyî taxan berdin. Her wiha jiyana rojane hêj zêdetir dijwartir bû. Lê rûxmê vê yekê jî jinên Hêzên Ewlekariya Navxweyî, di parastina taxan de roleke navendî lîstin.” Şîrîn Şêxo destnîşan jir ku jin wê li kêleka hêzên ewlehiyê berxwedanê bidomînin û gel di tevahiya 14 salan de li dijî rejîma kevin berxwedan nîşan daye û got:"Em ê îro jî nehêlin ku îradeya me were şikandin û em ê dev ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bernedin.”
Rola jinan a di parastinê de
Xwîşka cangorî Cûdî Rûstem Zelîha Şêx Kanber jî, destnîşan kir ku taxa Şêxmeqsûd ji ber cihê xwe ya stratejîk her tim tê hedef kirin û got:“Gelê taxê parastinê didomîne. Komîteyan di rêxistinkirin, hişyarkirina jinan û çalakkirina jinê ya li eniyên şer û li nexweşxaneyan de rolek girîng lîstin. Rûxmê dorpêçkirin, nebûna xurek û germkirinê jî, gel bi biryare ku bimîne û berxwedana xwe bidomîne. Îro erka me parastina destkeftiyên ku şehîdên me bi têkoşînê bi dest xistine ye.”
NÛJINHA/SERÎN MIHEMED















