Komîsyon divê giraniyê bide ser mijarên esasî

Yekşem 7 Îlon 2025 - 17:30

  • Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari beriya civîna hevserokên bajaran a li navenda giştî ya partiyê li ser bûyerên di rojevê de ne daxuyaniyek da.

Hevserokên bajaran ên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî), li navenda giştî ya partiyê civiyan. Civîn, bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan hat lidarxistin. Tulay Hatîmogûllari, beriya civînê têkildarî bûyerên di rojevê de axivî.

Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku ew ê di civînê de bûyerên siyasî yên li Tirkiye, herêm û cîhanê binirxînin û got: “Bêguman em ê li ser bandora Banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Ocalan a li ser civakê, xebatên hatine kirin û yên divê bên kirin bi hevalên xwe re nîqaş bikin. Hevserokên me ji qadan tên û raporên wan girîng in.”

Tulay Hatîmogûllari, bi bîr xist ku salvegera êrişên 6-7’ê Îlona 1955’an ên li dijî gelê Rûm e, ev êriş weke “pogrom” nirxand û got: “Ev komkujî, di rûpelên reş ên dîrokê de cih girt.” Tulay Hatîmogûllari, kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin bi bîr anî.

Di berdewamiyê de Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo, di nava şerên li seranserî cîhanê de mîna meşaleyekê diçirûse û got: “Lewma divê em bêhtir xwedî li aştiyê derkevin. Dema em li geşedanên siyasî, civakî, aborî û gavên dîzaynkirina herêmê ya emperyalîstan dinêrin, wê demê girîngiya vê bangê bêhtir dibînin.”

Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku ji bo agirê li Rojhilata Navîn û cîhanê belavî Tirkiyeyê nebe, divê aştî çêbibe û ev tişt anî ziman: “Nabe ku bibêjin li Tirkiyeyê aştiya navxweyî, li Rojava şer û gefan li wir bixin. Ev her du gotin hev nagirin. Divê Tirkiye bi Kurdên li Sûriye, Iraq û Îranê re jî aştiyê bike. Heke Tirkiye bi rastî jî bixwaze korîdora ewlehiyê ava bike, wê demê divê ji bîr neke ku ev korîdor bi aştiyê dibe. Ewlehî, bi şer, çek, gule, tank û topan nabe. Bi dayina mafên gel dibe. Bi hemwelatiyan wekhev û demokrasiyê dibe.”

Tulay Hatîmogûllari, wiha domand: “Avakirina Sûriyeyeke demokratîk jî bi dayina mafên Kurdan, Elewiyan û Durziyan dibe. Divê Tirkiye jî vê biparêze. Lewma em gefên nûnerên hikûmetê yên dawî ku li Rojava dixwin, qebûl nakin. Li wir bi hezaran Elewî û Durzî hatin qetilkirin. Di rewşek wiha de banga teslîmbûnê nayê qebûlkirin. Tişta divê li wir were kirin ew e ku avakirina Sûriyeyeke hemû gel û bawerî di rêveberiyê de cih digirin û Sûriyeke demokratîk e. Qenciya herî mezin ku li Sûriyeyê bike ev e.”

Tulay Hatîmogûllari, da zanîn ku gel ji dil û can piştgiriyê dide pêvajoyê lê ji bo baweriyê divê gavên şênber bên avêtin. Tulay Hatîmogûllari, got ku tayînkirina qeyûman, girtina hevşaredaran, rewşa girtiyên nexweş û taloqkirina tehliyeyên girtiyan baweriya gel tune dikin. Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser operasyonên li dijî CHP’ê û got ku pêvajoya aştiyê bi zextên ser muxalefetê nayên xurtkirin. Tulay Hatîmogûllari, Banga Aştî û Civaka Demokratîk her wiha destpêka serdema têkoşîna nû ye û banga xwedîderketina li pêvajoyê li her kesî kir.

Piştî axaftinê, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya. ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.