Azadiya Ocalan ne takekesî ye

Pêncşem 11 Îlon 2025 - 17:45

  • Lêkolînerê Misrî Ilhamî El Milêcî diyar kir ku Tirkiye bi zanebûn bersivdayîna banga Rêber Abdullah Ocalan dereng dixe û got, “Azadiya Abdullah Ocalan ne pirsgirêkek takekesî ye”

Li Tirkiye û derveyî welêt pirsên di derbarê tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan de, zêde dibin, bi taybet piştî ku Tirkiyeyê rê neda Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ku serdana Imraliyê bike. Lêkolînerê Misrî Ilhamî El Milêcî der barê mijarê de axivî.

El Milêcî destnîşan dike ku tecrîd ne tenê biryarek ewlehiyê ye, lê amûrek siyasî ye ji bo birêvebirina aloziyê. Her wiha da zanîn ku Enqere "ditirse ku projeya Ocalan a li ser bingeha jiyana hevbeş û xwişk û biratiya di navbera gelan de, dê bibe hêzek zextê ya bi bandor. Ji ber vê yekê, Enqere li gorî rewşa siyasî carinan tecrîdê kêm dike carinan giran dike, da ku înîsiyatîf di destê dewletê de bimîne."

Derbarê astengkirina serdana Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî, ku ji 51 endaman pêk tê, ji bo Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re, El Milêcî da zanîn ku ev yek hewldanek eşkere ji bo reva ji berpirsyariya xwe ye. Destûrdayîna serdanek wisa dê wekî pejirandina rola Ocalan a sereke di her pêvajoyek aştiyê de were şîrovekirin, dewlet jî vê naxwaze, ew tenê dixwaze hevdîtin bi rêya kanalên sînorkirî pêk bê, wekî şandeyên Dem Partiyê û Partiya Demokratîk a Gelan.

Lêkolînerê Misrî vê nêzîkatiyê wekî "revek bi zanebûn" ji pêvajoya aştiyê bi nav dike û da zanîn ku çareseriyek rastîn hewceyê destûrek nû ye ku bibe egera wekheviyê, sererastkirina pergala ewlehiyê ya dewletê û çareserkirina pirsgirêka "girtina hetahetayê ", ku berê ji hêla Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropî ve hatiye şermezarkirin.

El Milêcî di dawiyê de got ku domandina tecrîdê û astengkirina serdana Komisyona Parlementoyê "paşxistina siyasî ya bi zanebûn e û da zanîn ku ev siyaset dê dengên ku banga aştiyê dikin bêdeng neke, ji ber ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan êdî ne pirsgirêkek takekesî ye, lê belê şertekî sereke yê çareeriyê ye li Tirkiyeyê û herêmê. ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN/GIVARA ŞÊX NÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.