Ji IPPNW banga ji bo ‘Mafê Hêviyê’
Yekşem 14 Îlon 2025 - 16:20
- Nûnertiya Swîsreyê ya IPPNW ku Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtiye, ji bo pêkanîna ‘Mafê Hêviyê’ bang kir ku zext li Tirkiyeyê bê kirin û işaret bi girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
Ji Yekîtiya Navneteweyî ya Doktorên Pêşîgirtina li Şerê Nukleerî (IPPNE) ku sala 1985’an Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirt; Serokê wê yê Nûnertiya Swîsreyê Dr. Beppe Savary-Biroli û ji nûnerên saziyê Marianne Kursteiner li ser ‘mafê hêviyê’ nameyek ji Wezîrê Karên Derve yê Swîsreyê Ignazio Cassis, endamên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û Nûnera Daîmî ya Konseya Ewropayê ya Swîsreyê Claude Wild re şand.
Di nameyê de fikar hatin bilêvkirin, ji ber ku Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi cih nîne û işaret bi girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.
Name bi vî rengî ye:
“Bi navê beşa Swîsreyê ya Yekîtiya Navneteweyî ya Doktorên Pêşîgirtina li Şerê Nukleerê (IPPNW) ku sala 1985’an Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtiye, em dixwazin ragihînin ku gelekî bi fikar in; ji ber ku Tirkiye têkildarî cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî bi bi taybetî jî yê di doza Abdullah Ocalan de, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi israr bi cih nîne.
Em doktor bi taybetî aliyê mirovî destnîşan dikin: Tecrîd û bêhêvîtiya bi dehan salan şêweyek kiryara li dijî mirovahiyê bû rehm e. Divê tavilê bê bidawîkirin.
Ji ber vê yekê em bi rêzdarî ji we dixwazin; ji bo Tirkiye bi taybetî di bûyera Abdullah Ocalan de tavilê ‘Mafê Hêviyê’ bi cih bîne, rewşa wî ya girtîbûnê di ber çavan re derbas bike û şert û mercên berdana wî biafirîne, bi biryardarî tevbigerin.” ANF / BERN