Divê civak pêvajoyê hembêz bike

Yekşem 14 Îlon 2025 - 15:46

  • Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir têkildarî pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" da zanîn dînamîzma civakî ji bo derbaskirina astengiyan girîng e û wiha got:" Ji bo avakirina aştiyek mayînde û sazûmanî, divê kanalên diyalogê werin vekirin, divê îradeya çareseriyê derkeve pêş û divê ev pêvajo ji hêla hemî beşên civakê ve were hembêzkirin."

ROZA METÎNA / AMED 

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Hevserokê Giştî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir li ser pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" nirxandin kir. Keskîn Bayindir bal bir ser geşedanên di çarçoveya pêvajoyê de û helwesta hikûmetê ya li hemberî pêvajoyê.

Bingeha çareseriyek demokratîk e

Keskîn Bayindir di destpêkê de li ser banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' ev nirxandin kir:"Banga Birêz Ocalan a ji bo "Aştî û Civaka Demokratîk" a di 27'ê Sibata 2025'an de, ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê xalek werçerxê ya dîrokî temsîl dike. Ev bang perspektîfek stratejîk pêşkêş dike ku rêya çareseriyê di krîza siyasî, civakî û çandî ya heyî de nîşan dide. Paradîgmaya Neteweya Demokratîk ku ji hêla Birêz Ocalan ve hat pêşxistin, modelek jiyanê ya piralî ye ku li ser bingeha yekîtiya azad, wekhev û dilxwaz a gelan e, berevajî avahiya yekperest a netew-dewletê ye. Ev model ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo hemî gelên ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn dijîn, bingeha çareseriyek demokratîk û aştiyek mayînde ye. Banga 27'ê Sibatê îfadeyek hemdem û berbiçav a vê paradîgmayê ye. Wekî Partiya Herêmên Demokratîk, em vê bangê hem wekî erk û hem jî wekî berpirsiyariyekê dibînin. Xurtkirina demokrasiya herêmî, avakirina meclîsên gel, rêxistinkirina jiyana wekhev a li ser bingeha azadiya jinan û modelek civakî ya ekolojîk stûnên bingehîn ên vîzyona Birêz Ocalan a civaka demokratîk in."

Divê civak pêvajoyê hembêz bike

Keskîn Bayindir da zanîn divê hemû beşên civakê xwedî li pêvajoyê derkevin û wiha pê de çû:"Pêvajoya ku ji 27'ê Sibatê vir ve, careke din biryardariya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ya ji bo aştî û çareseriyek demokratîk nîşan daye. Beşdariya çalak a ciwan û jinan di vê pêvajoyê de ji bo me pêşketinek sozdar e. Bi taybetî ciwan û jin bi awayekî çalak beşdarî pêvajoya avakirina demokratîk dibin; meclîsên gel, avahiyên hevgirtina ekolojîk û rêxistinên bi pêşengiya jinan, gavên şênber ên berbiçav ên vê pêvajoyê pêk tînin. Ev pêşketin nîşan didin ku îradeya civakê ya xwerêveberiyê her ku diçe xuya dibe. Lêbelê, avahiya navendî ya dewletê û polîtîkayên ewlehiyê astengiyek cidî ji bo vê pêvajoyê çêdikin. Dewamiya zextan li şûna diyalog û danûstandinan lêgerîna çareseriyê têk dibe. Tevî vê yekê, hişmendiya demokratîk a bilindbûyî ya civakê ji bo derbaskirina van astengiyan berxwedanek xurt pêş dixe. Bi kurtasî, dînamîzma civakî ya ku ji vê yekê derdikeve hêja ye. Lêbelê, ji bo avakirina aştiyek mayînde û sazûmanî, divê kanalên diyalogê werin vekirin, divê îradeya çareseriyê derkeve pêş û divê ev pêvajo ji hêla hemî beşên civakê ve were hembêzkirin."

Parastina xwezayê, demokrasî ye

Keskîn Bayindir di heman demê de bal bir ser talankirina xwezaya Kurdistanê û wiha dewam kir:"Hêvî bi banga Aştî û Civakeke Demokratîk derket holê, lê ev hêvî ji ber êrîşên dijwar ên li deverên cûrbecûr tê tepisandin. Yek ji van, talankirina sîstematîk a xwezayê ya li Kurdistanê ye. Ev talankirina xwezayê ne tenê wêrankirina jîngehê ye; ew êrîşeke berfireh a li ser qadên jiyanê, çand, dîrok û bîra kolektîf a gel e. Ev wêrankirin ku bi rêya şewitandina daristanan, projeyên madenan, santralên hîdroelektrîkê (HES), kanên madenê û bendavên leşkerî tê kirin, armanc dike ku girêdanên kevnar ên jiyanê bi xwezayê re qut bike û mirovan bi veqetandina wan a ji ax, av, çiya û daristanên wan ji kokê rake. Ev, di bingehê de, polîtîkayeke bênasnamekirin û bindestkirina gel e. Îro, her takekesek li Kurdistanê ku xwezayê diparêze, di heman demê de civateke demokratîk jî diparêze. Em vê talankirinê wekî polîtîkayeke şerê topyekûn dibînin."

Mûxabat Ocalan e

Keskîn Bayindir di heman demê de qala "Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê" kir û wiha pê de çû:"Divê komîsyon bi pêşniyarên xwe yên ji bo çareserî û xebatê tevbigere. Bêyî naskirina îradeyê, çareseriyek mayînde nayê bidestxistin. Mûxatabê komîsyon û aştiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Divê ev pêvajo ne tenê bi çarçoveyên sazûmanî, lê ji bo têkoşîna civakî were nirxandin ku divê ji hêla îradeya kolektîf a gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ve were pêşxistin. Ya girîng ev komîsyon çiqas guh dide daxwazên gel û çareseriya pirsgirêka Kurd dibe. Aştiya rastîn destûrek demokratîk, perwerdehiya bi zimanê dayikê, xurtkirina rêveberiyên herêmî û ji nû ve avakirina li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev hewce dike. Dema ku ev daxwaz têne paşguhkirin, têgeha 'xwişk û biratiyê' dibe têgehek vala û manîpûlasyonkar."

Hikûmet gavên pêwist navêje

Keskîn Bayindir bi lêv kir ku ji bo pêşketina pêvajoyê hikûmet gavên pêwist navêje û wiha got:"Mixabin, ji ber nêzîkatiya heyî ya hikûmetê, çareseriyek berbiçav derneketiye pêş. Ji bo pêvajoyek aştiyê ya rastîn hewce dike ku dev ji polîtîkayên înkar û tunekirinê berdin. Siyaseta heyî ya hikûmetê li ser xetek navendî ya ewlehiyê israr dike. Ev rewş ne tenê gelê Kurd, lê hemî beşên civakê yên li Tirkiyeyê yên ku li demokrasî û azadiyê digerin asteng dike. Perspektîfa Neteweya Demokratîk çareseriyê ne wekî projeyek endezyariyê ya navendî ya desthilatdariyê, lê wekî avakirina pergalek piralî û beşdar a li ser bingeha yekîtiya wekhev, dilxwaz û azad a gelan pênase dike. Di vê çarçoveyê de, tiştê ku divê hikûmet bike ev e ku nasname, çand, ziman û mafên rêxistinî yên gelan nas bike, bi rabirdûyê re rû bi rû bimîne û gavên berbiçav ber bi veguherîna demokratîk ve bavêje."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.