Rapora AKPê li dijî ruhê pêvajoyê ye

Duşem 15 Kanûn 2025 - 03:55

  • Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir naveroka rapora AKPê ya derheqê pêvajoyê de ku bi rêya çapemeniyê hate belavkirin rexne kir û got:“Rapora AKPê xizmeta çareseriyê nake. Rapor li dijî ruhê pêvajoyê ye. Her wiha divê tavilê qanûnên aştiyê û azadiyê jî werin amadekirin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ku parlamenterê Êlihê ye, ji Ajansa Welat re axivî û ev rapora AKP’ê ku li ser çapemeniyê hate belavkirin û qanûna aştiyê ku Rêber APO pêşniyar dike, nirxand. Keskîn Bayindir da zanîn ku bi qasî li ser çapemeniyê wî jî dîtiye rapora AKP’ê ya ku wê pêşkêşî Komîsyonê-Serokatiya Meclîsê bê kirin ne li gorî ruhê pêvajoyê ye û got:“Ev yek jî nîşan dide ku ji bo desthilata AKPê gavan neavêje serî li hin rêbaz û hincetên cuda dide. Birêz Ocalan bi banga 27ê Sibatê ji bo çareseriyeke demokratîk û mayînde ya pirsgirêka Kurd gavek dîrokî avêtiye. Rêxistinê bersiva vê bangê daye û PKKê xwe fesix kiriye. Piştî xwefesixkirinê çekdanîn ango çek hatin îmhakirin û rêxistinê mîsoger kir ku wê êdî li dijî Tirkiyeyê çekan bikar neyîne. Her wiha demek beriya niha rêxistin ji bo selametiya pêvajoyê niyetek baş pêk anî û hêzên xwe ji Zapê vekişand. Ev gavên ku hatin avêtin ji aliyê raya giştî ya Tirkiyeyê ve bi awayekî erênî hatiye pêşwazîkirin.”

Meseleya Kurd navneteweyî ye

Keskîn Bayindir anî ziman ku ev pirsgirêk ne pirsgirêkeke ku were dirêjkirin û ew qala çareseriya pirsgirêkeke sed salî dikin û got:“Ev rapor dişibe danezaneke hilbijartinê, wê adeta pêşî li pêvajoyê bigire. Ev rapor bendewarî û hêviya gel nabersivîne. Wek mînak rapor 1928’an referansê dide û ev rapor dibêje wê nêzîkatiyeke wek a Ataturk bê nîşandan. Diyar e ku desthilata AKP’ê naxwaze gavan biavêje û nêzîkatiya wê nîşan dide ku nabe alîgirê aştiyeke mayînde. Şert û merc guherîne, pirsgirêka Kurd bûye pirsgirêkeke herêmî û navneteweyî. Heke ev rastî ji nedîtî ve were, ne mimkûn e ku aştî jî mayînde bibe. Di heman demê de di roja me ya îro de desthilata AKPê ji avêtina gavên wêrek direve û ditirse.”

Rapor wê şikestineke mezin çêbike

Keskîn Bayindir destnîşan kir ku her çiqas Serokkomar bibêje ku di rêvebirina pêvajoyê de bi biryar in jî lê ew dibînin ku partiya wî bi vê rapora ku wê pêşkêşî Meclîsê bike, berevajî ruhê pêvajoyê ye û got:“Pirsgirêkeke micid a nêzîkbûnê li holê heye. Ev nêzîkatiya AKPê rê li ber mekanîka darbeyê vedike. AKP bi vî awayî rê li ber xitimandina pêvajoyê vedike û zemîna provokasyonan amade dike. Ya herî girîng jî ew e ku gelê Kurd bi awayekî pênebawer li pêvajoyê temaşe dike û heke ev rapor wisa be wê bandoreke cidî li ser hestên pêbaweriyê yê gel bike.”

Divê Uçum dest ji dijberiyê berde

Keskîn Bayindir anî ziman ku cardin daxuyaniyên Serşêwirmendê Serokomar Mehmet Uçum zirarê didin ruhê vê pêvajoyê û got:“Uçum îdia dike ku ji xwe dewletê di serî de ev pêvajo mîna çareseriya pirsgirêka Kurd negirtiye dest û hewil dide derbe li pêvajoyê bixe. Uçum divê berî her tiştî pirsgirêka Kurd ne wekî pirsgirêka terorî wekî pirsgirêka demokrasiyê bibîne. Mehmet Uçum bênavber daxuyaniyên pêvajoyê sabote dike, dide û bi van daxuyaniyên xwe jî wekî kesekî dijberî demokrasiyê tê dîtin. Divê berî her tiştî Uçum dest ji daxuyaniyên xizmeta derdorên dijberî aştiyê dikin, dûr bikeve.”

Qanûnên aştî û azadiyê nebe nabe

Keskîn Bayindir bal kişand ser qanûna aştiyê ku Rêber APO pêşniyaz dike û wiha got:“Bêyî ku gavên qanûnî bên avêtin, qanûnên aştî û azadiyê bên derxistin mafê tu kesê tune ye li benda rêxistineke xwe fesixkirî û hêzên bi temamî vekişandî, çekên xwe radest bike. Hemû endamên rêxistinê daxuyandin ku amade ne di nav siyaseta demokratîk de cih bigirin. Ligel vê yekê krîmînalîzekirina pêvajoyê ji valaderxistin û sabotekirina pêvajoyê bêtir nayê tu wateyê. Qanûnên aştî û azadiyê ku divê Parlamento derbixe wê bibin temînata jiyana hevpar. Dernexistina van qanûnan tê wateya berdewamkirina polîtîkayên heyî. Bi rastî em di pêvajoyeke di her alî de dîrokî û krîtîk de ne. Raporên partiyên endamên Komîsyona Meclisê ne, pêşkêş bikin divê xizmeta pêvajoyê bikin. Ev rapor wê bibin bingeha bingeha qanûnên aştî û azadiyê. Di serî de partiya desthilatê divê hemû partî vê hestiyariyê nîşan bidin.”

AW/BÎLAL GULDEM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.