Bila serokatî azad bibe

Şemî 16 Tebax 2025 - 03:20

Piştî banga "Aştî û civaka demokratîk" ya ku Rêber APO, DEM Partî ji bo pêvajoyê ji gel re vebêje û nîqaş bike civînên gel pêk anî û niha jî bernameyên girseyî pêk tînin. Di vê çarçoveyê de li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bernameyên ‘Aştî û civaka demokratîk’ bi tevlîbûnên xurt pêk tên. Jinên tevli bernameya li Qoser a Mêrdînê bûn daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO kirin.

Guler Onay da zanîn ku ji bo aştî û demokrasiyê hatine gel hev û got:“Pêvajoyek hat destpêkirin. Rêberê me gav avêt lê dewletê hîna navêtiye. Girtiyên cezayên wan temam bûne nayên berdan. Me tiştên ku ket ser milê me kir. Gelê Kurd aştiyê dixwaze.Dayik ji berê de destê aştiyê dirêj dikin. Em dixwazin dewlet gavê bavêje. Bila girtiyên nexweş berdin. Ev gav neyên avêtin wê aştî çawa pêk bê? Em niha dibêjin azadî lê bêyî azadiya serokatiya me gelê Kurd jî azad nabe.”

Bêyî azadiya Rêbertiyê aştî çênabe 

Semra Şahîn jî destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de gavên xweş hatine avêtin û got:“Bila girtî bên berdan. Li ser girtiyan zext hene. Em hemû, dayikên aştiyê banga aştiyê dikin. Divê dewlet gavê bivêje. Em hemû aştiyê dixwazin. Bêyî azadiya Abdullah Ocalan aştî ne pêkane. Divê ewil ew azad be ku em hemû azad bibin. Abdullah Ocalan rêberê gelê Kurd e.” Îdê Erîş jî anî ziman ku ew aştî û wekheviyê dixwazin û got bila êdî dayik negirîn û xwîn nerêje. Koçer Uçar jî wiha anî ziman:“Em wekheviyê aştiyê dixwazin. Bila girtî bên berdan, dayik negirîn. Bila xwîn nêrêje. Ger em xwişk û bira bin divê aştî jî pêk bê. Divê Rêber Apo azad be û ji Îmraliyê derkeve.”

Em ji bo herkesê aştiyê dixwazin

Selma Şahîn jî balkişand ser pêvajoyê û ev tişt anî ziman:’’Tiştekî em winda bikin tune ye. Bila dewlet gavê bavêje. Kurd ne terorîstin. Bila dest ji van gotinan berdin. Baweriya me bi me heye lê bi desthilatdariyê tune ye. Bi salane şer heye. Bila êdî ev xwîn bê rawestandin. Em ziman, nasname û axa xwe dixwazin.” Selva Erdem jî got:“Em aştiyê dixwazin. Em koletiyê naxwazin. Em dixwazin ku gavên xweş bên avêtin. Bila girtiyên nexweş bên berdan.” Hamdiye Aksoy jî hestên xwe wiha anî ziman:“Bila serokatiya me azad be. Em dixwazin li ser axa xwe azad bin.”

JINNEWS/MÊRDÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.