Qêrînek zindî: Muzeya Helebce
Pêncşem 22 Gulan 2025 - 03:15
Ji bo komkujiya Helebçeyê neyê jibîrkirin li bajar muzeya Helebceyê hat vekirin. Di muzeyê de pitikên ji gazê fetisîne, zarokên di hembêza dayika xwe de cemidîne. Mirovên hatine qetilkirin bi bal mumu hatine çêkirin û di muzeyê de bi cih kirine. Ev qirkirina Kurdan bi awayekî herî zelal vedibêje.
Di muzeyê de wêne, pêlîstokên şewitî, rûpoşên gazê û fîgurên bedenên hişk bûne. Her yek qêrînek bêdeng in. Muzeya Komkujiya Helebceyê, ne tenê cihekî bîranînê ye, hiş bixwe ye. Qêrînek bêdeng e. Her wiha belgeya mirinê ya Saddam Huseyîn ku talîmata komkujiyê da jî di muzeyê de cihê xwe digire. Di her alavekê de her wêneyekî de, her belgeyên hatine daliqandin de şahidiyek heye û komkujiyên ku Kurdan jiyane tê ragihandin.
JINNEWS/DÎLAN BABAT