Li Helebce pêşangeha xwendekarên jin

Nûçeyên Çand/Huner

În 25 Nîsan 2025 - 00:18

Li Helebce ji bo nîşandana kêrhatinên xwendekaran pêşangehek wêneyan ji bo xwendekarên Dibistana Helebce ya Keçan hat vekirin. Berpirsa pêşangehê li ser vekirina pêşangehê got: “Kêrhatinên xwendekarên me di astekî bilind de ye, me xwest bi vê pêşangehê kêrhatinên wan ber bi pêş ve bibin.”

Li Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Helebceyê pêşangehek wêneyan ji bo 14 xwendekarên Dibistana Helebce ya Keçan hat vekirin. Di pêşangeha ku 14 xwendekar têde beşdar bûn, 55 tabloyên li ser xweza û serkirdeyên Kurd hatibûn xêzkirin, hatin nîşandan.

Balê dibin ser ciwaniya xwezayê 

Mamostaya Hunerê û Berpirsa Pêşangehê Ezher Rehman di derbarê vekirina pêşangehê de axivî û got: “Me îro pêşangehek hunerî ya wêneyan tabet ji bo xwendekarên xwe vekir. Em dixwazin bi rêya van pêşangehan kêrhatinên van xwendekaran nîşandin. Heskirina van xwendekaran ji karên hunerî re heye. Her xwendekarek tabloyek bi şêwazek cûda xêzkirye. Di piraniya tabloyan de bal hatiye kişandina ser ciwaniya xwezayê.”

Kalê Îbrahîm jî yek ji wan xwendekarên tevli pêşangehê bûyî ye, Kalê jî li ser vekirina pêşangehê got: “Tabloyên me yê li nava pêşangehê d e cûda ne. Zêdetir behsa xweza, lawir û kesayetan dike. Vekirina van pêşangehan ji bo me gelek giringe. Em bi rêya van pêşangehan dikarin kêrhatin û berhreyên xwe nîşandin.”

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.