Mamê civaka Êzidî: Zekî Şengalî

Şemî 16 Tebax 2025 - 03:30

Di 15’ê Tebaxa 2018’an de Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî tevlî merasîma bîranîna qurbaniyên komkujiya gundê Koço ku çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de pêk anî bû dibe. Piştî merasîmê Mam Zekî berê xwe dide Şengalê. Lê dewleta Tirk a dagirker ku tevî ewqas êşên hatine kişandin jî êrişî Şengalê dikir, Mam Zekî jî kiribû armanc. Dema wesayîta Mam Zekî digihîje Geliyê Şilo yê Çiyayê Şengalê, balafirên şer ên dewleta Tirk bombebaran dikin. Di encama bombebaranê de Mam Zekî şehîd bû.

Bi malbatî di nava têkoşînê de ne

Mam Zekî di 28’ê Kanûna sala 1952’yan de li gundê Şahîsma yê girêdayî bajarê Êlihê ê Bakûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Sala 1969’an, ji ber zilma dewleta Tirk a li ser Kurdan û taybet ser civaka Êzidî, wekî gelek malbatên Êzidî, bi malbata xwe re koçî Ewropayê dike. Sala 1979’an pêwendî bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re çêdike û di nava civaka Êzidî ya Ewropayê xebat dide meşandin. Di rêxistinkirina civaka Êzidî ya li Ewropayê de rolek sereke dilîze. Di 1989’an de bi awayekî fermî beşdarî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. Sala 1990’an ji aliyê dewleta Elman ve tê girtin û demek dirêj li girtîgehê dimîne.

Piştî ji girtîgehê derdikeve, xebatên xwe berfirehtir dike û tevî malbata xwe bi hemû hêza xwe ji bo civaka Êzidî û azadiya Kurdistanê xebat dimeşîne. Di vê navberê de kurê Zekî Şengalî yê bi navê Qasim Ozden (Sîpan) û kurê xwîşka wî Xanê Demîr di têkoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd dibin. Zekî Şengalî sala 1999’an biryar dide ku vegera welat dide û berê xwe dide Kurdistanê. Bi têkoşîn, xebat û pêwendiyên xwe bandorek mezin çêdike. Di nava Tevgera Azadiyê Kurdistanê de jî rolek girîng dilîze û dibe Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK).

Mamê Zekî yê civaka Êzidî

Şengalî, di gelek waran de kar û xebatên girîng dimeşîne, lê bi taybet ji civaka Êzidî û yekîtiya gelê Êzidî têkoşîn dike.

Mam Zekî kesayetek neteweyî bû û xwedî hestekî şoreşgerî bû. Qet fikir û hizrê wî Kurdistan parçe nekir. Timî ji bo yekîtiya neteweyî kar dikr. Lewma di sala 2013’yan de pêşengtiya civînên ji bo kongreya neteweyî dike. Hewl dide ku nakokiyên di navbera aliyan de bi dawî bike û nêzî hev bike û hêviya gelê Kurd a bi salan pêk bîne. Lê xêrnexwazan nehişt ev hewildan bigihî armancê. Dema çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kirin, Zekî Şengalî jî berê xwe dide Êzidxanê û pêşengtiya berxwedanê dike. Ji bo birêxistinkirina Êzidiyan û avakirina Şengaleke xweser bi şev û roj dixebite. Hezkirina ji bo Şengalî digihîje astek wisa ku êdî civaka Êzidî wî wekî perçeyek xwe dibînin û di dilê wan de hêlîn çêdike. Lewma Êzîdxan êdî wî wekî “Mamê Zekî” pênase dike û bi vî navî di nava civak û herêmê de tê naskirin.

Xelkê Êzidî li ser şopa wî ne

Di 15’ê Tebaxa 2018’an de Mam Zekî tevlî merasîma bîranîna qurbaniyên komkujiya gundê Koço ku çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de pêk anî bû dibe. Piştî merasîmê Mam Zekî berê xwe dide Şengalê. Lê dewlet Tirk a dagirker ku tevî eqwas êşên hatine kişandin jî êrişî Şengalê dikir, Mam Zekî jî kiribû hedef. Dema wesayîta Mam Zekî digihîje Geliyê Şilo yê Çiyayê Şengalê, balafirên şer ên dewleta Tirk bombebaran dikin. Di encama bombebaranê de Mam Zekî şehîd dikeve.

Cenazeyê Mam Zekî, di 19’ê Tebaxa 2018’an de, li Mizargeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Çiyayê Şengalê, bi beşdariya hezaran kesan hat oxirkirin. Gelê Êzidî piştî şehadeta Mam Zekî, li ser şopa wî îradeya xwe hîn xurt kir. Li aliyekê bîranîna Mamê xwe didin jiyandin, li aliyekê ji bo naskirina pergala xweser a Êzidxanê têdikoşin. Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya sixûr û xiyanetkaran, bi dehan caran îrade û pêşengên civaka Êzidxanê hedef girt û gelek pêşengên ku ber didan civakê şehîd xist.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.