Bi rihê pêngavê tevlî pêvajoyê bibin
Şemî 16 Tebax 2025 - 03:50
- Koordînasyonan KJK’ê Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir û got:’’Pêngava Civaka Demokratîk a Rêber Apo şensê dawî ye” û bang li her kesî kir ku bi ruhê pêngavê beşdarî pêvajoyê bibin.
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi wesîleya salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê peyamek weşand û ragihand ku pêngav berxwedaneke dîrokî ye ku gelê Kurd ji bin zexta qirkirinê rizgar kiriye û rêya azadiyê vekiriye.
Di peyamê de di şexsê Mahsûm Korkmaz (Egîd), Erdal (Engîn Sîncer), Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa, Bahtiyar Gabar de şehîd hemû hatin bîranîn û silav ji gaziyan re hate şandin. Di peyamê de hate ragihandin ku 15’ê Tebaxê di heman demê de destpêka têkoşîna azadiya jinên Kurd e û şervanên jin ên pêşeng Besê Anûş, Bêrîtan, Zîlan, Delal Amed hatin bibîrxistin. Di daxuyaniyê de işaret bi ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk’ hate kirin û hate destnîşankirin ku pêvajoya çareseriya demokratîk divê li ser bingeha danûstandin û diyalogê bê meşandin. Temamiya peyama KJK’ê bi vî rengî ye:“Di pêvajoyekê de ku dîrok jinûve tê avakirin û çareseriyên bingehîn ji bo pirsgirêkên dîrokî ji aliyê Rêber Apo ve têne pêşkêşkirin, em salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê pêşwazî dikin. Gelê Kurd ku li ser bingeha înkar û asîmîlasyonê dihate qirkirin, navê xwe jî nedihate bilêvkirin û êdî bi pirsgirêka hebûnê re rû bi rû bû, bi Pêngava 15’ê Tebaxê ya destanî û berxwedana dîrokî re ji tinebûnê rizgar bû, bû xwedî hebûn û azadiya xwe misoger kir.
Beriya her tiştî em nemirê Pêngava 15’ê Tebaxê fermandarê leheng hevrê Egîd û bi deh hezaran şehîdên xwe bi dilsoziyeke bê dawî bi bîr tînin û silavên xwe ji gaziyên xwe re dişînin.
Pirsgirêka azadiyê raxist pêş çavan
Pêngava 15’ê Tebaxê û dîroka me ya berxwedanê li gel gelê Kurd her wiha pirsgirêka azadiyê ya jinê derxiste holê, kir ku jin bibe xwedî hebûna xwe û pirsgirêka jinê bi xeta çareseriyê ve girê da. Dîroka berxwedana çekdarî ya jinên Kurd ku bi Besê Anûş û Hanim Yaverkaya destpê kir, bi pêşengiya hevalên me fermandar Azîme, Bêrîtan, Zîlan, Delal Amed, Çîçek Kiçî, Leyla Amed, Berwar û Azê Malazgîrt bi artêşbûna jinê dewam kir, bi Asya, Rûken û Sarayan re jî ruhê fedaîtiyê yê herî bilind ê israra li ser azadiyê afirand.
Ji bo pêvajoyê rihê 15’ê Tebaxê divê
Rêber Apo, piştî ku pêvajoya bidestxistina hebûnê temam bû, li ser bingeha girêdana hebûnê ya bi statuya azadiyê pêvajoya ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk’ da destpêkirin. Pêwîstî bi wê yekê heye ku hemû nasnameyên bindest li ser bingeha azadî, parastin û wekheviyê xwe pênase bikin, çareseriya Komara Demokratîk-Civaka Demokratîk li ser bingeha naskirina hiqûqî, danûstandin û diyalogê pêwîstiyê bi rêbazeke siyaseta demokratîk dibîne. Pêvajoya çareseriya demokratîk serketina keda pîroz a Rêber Apo, şehîdên me û dîroka berxwedana me ya mezin e. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe dikin ku bi ruhê pêvgava çareseriya demokratîk beşdar bibe û hêza çareseriyê mezin bike.
Pêngava îro şensê dawî ye
Banga me li gelên Tirkiyeyê, li rêxistinên siyasî û demokratîk e; şerê bê rehm ê ji ber Komara înkar û îmhayê hate meşandin û rastiya berxwedana me ya hebûnê ya li hemberî vî şerî divê bi xurtî bê fêhmkirin. Pêngava Civaka Demokratîk a ku Rêberê me da destpêkirin, ji bo parçekirina vî şerê li gelan tê ferzkirin bi rêbaza danûstandin û çareseriyê, şensê dawî ye. Fêhmkirin û qebûlkirin çareser dike. Di vê çarçoveyê de erk û wezîfeya her kesî ye ku feraseta neteweyî demokratîk bike, feraseta komarê ya yekperest pirrengî bike, hemû nasname bi hev re sîstema demokratîk ava bikin. Dîrokê firsendek pêşkêşî me hemûyan kiriye ku em paşerojeke baş bidin gelên xwe û divê ev firsend hêja bê dîtin. Li ser vê bingehê em Cejna 15’ê Tebaxê li hevrêyên xwe hemûyan, li gelê Kurd, gelan, jinan, ciwanan, baweriyan, kedkaran pîroz dikin û soz didin ku em ê vê dîroka serbilind a gelê xwe bi serketina çareseriya azadîparêz tacîdar bikin.”
BEHDÎNAN