Em ê vejînê bi azadiyê tacîdar bikin

Sêşem 19 Tebax 2025 - 03:30

Gelê Kurd li seranserî Ewrûpayê bi pîrozbahiyên bi coş û kelecan salvegera 15’ê Tebaxê pêşiwazî kirin û gotin:’’Em ê vejînê bi azadiyê tacîdar bikin.

BERLÎN

Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê li paytexta Elmanya Berlînê li ser banga Meclîsa Jinan a Dest Dan-Hevî û NAV-Berlînê li qada Oranienplatzê bi  bi coş hate pîrozkirin. Pîrozbahiya ku gelek Kurdistanî û dostên wan beşdar bûn bi deqeyek rêzgirtina di şexsê fermandar Egîd de ji bo hemû şehîdên Kurdistanê, dest pê kir. Li sser navê Meclîsa Jinan a Dest Danê, NAV-Berlînê axaftin hatin kirin. Herwiha parlementerê DEM Partî yê Şirnexê Zekî Îrmez jî axaftinek kir. Pirozbahi bi stranên Koma Mithra, Bawer Taylan û komên Soran û gernadin govemdê bi dawî bû.

GIESSEN

Salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an li bajarê Giessen ê Emanyayê hate pîrozkirin. Gelek welatparêzên Kurd beşdarî merasîma ku ji aliyê Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd a Giessen (DEM NAVEND) ve hate lidarxistin, bûn. Bername bi deqeyek rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Di axaftinan de şehîd Nûreddîn Sofî û Koçero Urfa hatin bibîranîn. Endamên Meclîsa Çand û Hunerê ya Giessenê stran û sirûdên şoreşgerî yên Kurdî gotin. Her wiha govendên gelêrî yên hunera xwe pêşkêş kirin. Pîrozbahî bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

DARMSTADT

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê ji aliyê Meclîsa Jinan û Meclîsa Gel a Herêmî ve 41'emîn salvegera Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê bi coş hate pîrozkirin. Pîrozbahiya ku li hola Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Darmstadtê hate lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Di pîrozbahiyê de li ser navê komîteya amadekar axaftin hate kirin. Piştre Koma Azad derket ser dikê û bi stranên xwe beşdaran coşand. Siyasetmedara Kurd Pero Dündar di pîrozbahiyê de axivî û bal kişand ser pêvajoya ku ji guleya yekem ve pêş ketiye û li ser girîngiya xwedîderketina li perspektîfa civaka demokratîk. Mem û Zîn Botanî bi straên xwe reng dan pîrozbahiyê.

STRASBOURG

41’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li bajarê Strasbourg ê Fransayê, bi pêşengiya Navendên Civaka Demokratîk a Kurd ên Mulhouse, Saint-Avold û Strasbourgê hate pîrozkirin.

Bernameya bi pêşandana sînevîzyona li ser bîranîna şehîdên dawî Nûreddîn Sofî û Koçero Urfa dest pê kir. Seydi Firat, Fesih Varto û nûnerên saziyan di pîrozbahiyê de di axivîn. Farqîn Azad, Sîdar Amedî û Grûpa Cano Ewropa derketin ser dikê. Pîrozbahî bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana gerîla" bi dawî bû.

PARÎS / VILLIERS-LE-BEL

Li banliyo Villiers-le-Bel a Parîsê ji aliyê Meclîsa Jinan a Şehîd Evîn Goyî ya Navenda Civaka Kurd ve pîrozbahiya 15’ê Tebaxê hate lidarxistin. Piştî deqeyek rêzgirtinê Leyla Azad, Îsmaîl Kanîreş û Mervan Botan axivîn û şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn. Piltre Hozan Marûf, Tuncay Dilemin, Devrîm Azad, Deza Amed, Roj Arî, Penaber Murat û hunermendên din li ber def û zurneyê bi gerandina govendê beşdaran coşandin.

OSLO

Salvegera 41’emîn a Berxwedana 15’ê Tebaxê li paytexta Norwêc Osloya bi coş hate pîrozkirin. Pîrozbahiya li Osloyê hate lidarxistin bi deqeyek rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, sînevîzyona li ser Berxwedana 15’ê Tebaxê hate nîşandan. Beşdaran dema ku dîmen girîngiya dîrokî ya berxwedanê nîşan dida temaşe dikirin, kêliyên hestiyar jiyan. Pîrozbahî bi stranan û gerandina govendê bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.