Îradeya xwedîderketinê xurttir dibe
Çarşem 4 Sibat 2026 - 04:00

- Li Ewrûpa, Skandînavya, Avûstralyayê û Emerîkaya Latîn Kurd û dostên xwe qadan naterikînîn û bi çalakiyên xwe îradeya xwedîderketina li Rojavayê Kurdistanê di asta herî jor de nîşan didin.
Kurdistanî û dostên xwe li hemû parzemînên li cîhanê li ser piyan e û ji bo statûya Rojavayê Kurdistanê, di asta herî jor de tevlî seferberiyê dibin û xwedî li Rojava derdikevin.
HANNOVER
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê polîtîkayên dorpêça li ser Rojava û feraseta înkar û îmhayê ya li dijî gelê Kurd, bi meşekê hate protestokirin. Meş li ser banga saziyên Kurdan û derdorên demokratîk hate lidarxistin.
BREMEN
Li eyaleta Bremen a Almanyayê mîtîngeke girseyî hate lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî û komên piştgiriyê li ber Parlamentoya Eyaleta Bremenê civiyan û biryardariya xwe ya parastina destkeftiyên Rojava nîşan dan.
KOLN
Li Kolnê çalakiyên ku ji hêla Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve li ber dêra dîrokî ya DOM’ê hatin organîzekirin dewam kirin. Girseyê li ser binpêkirinên mafên mirovan û komkujiyên li Rojava û Kobanê bi zimanên Elmanî û Kurdî agahî dan.
VELBERT
Li bajarê Velbertê Kurdistanî û dostên wan li navenda bajêr kom bûn, pankart û dovîzên ku daxwaza statuya Rojava dikirin hilgirtin û dest bi meşa xwe kirin.
FREIBÛRG
Li bajarê Freiburg Kurdistanî derketin kolanan û êrîş û dorpêça li ser Rojava protesto kirin. Çalakvanên navneteweyî ku wekî beşek ji 'Karwana Gelan' çûn Tirkiyeyê piştî ku ketin Tirkiyeyê hatin binçavkirin û dersînorkirin. Çalakvan Jona Classen ku di nava komê de cih girt, ezmûnên xwe bi raya giştî re parve kir.
DARMSTADT
Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê bi daxwaza statuya Rojava meşeke girseyî hat lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li Luisenplatzê kom bûn û pankart û dovîzên şoreşa Rojava silav dikirin hilgirtin.
LÎNZ-VIYANA
Standên agahdarkirinê li Linz Taubenmarkt û li ber avahiya Parlamentoyê ya li Viyanayê hatine danîn, aliyên dermirovî yên şerê li Rojava û Sûriyeyê ji raya giştî re hatin ragihandin.
Piştî xebatên agahdarkirinê, li Viyanayê meşek hevgirtinê hat lidarxistin.
ZÛRÎH
Li bajarê Zurih ê Swîsreyê Kurdistanî û dostên Kurdan li Qada Oerlikon Marktplatzê hatin cem hev û meşa piştevaniya bi Rojava re pêk anîn.
GAVLE
Li Qada Stortorget a Gävle ya Swêdê mîtîngek hevgirtina ji bo Rojava hat lidarxistin. Axaftvanan diyar kirin ku her çend pêvajo gihîştiye qonaxek rêkeftina fermî jî, ev nayê wê wateyê ku her tişt qediyaye.
HELSINGBORG
Li bajarê Helsingborg ê li başûrê Swêdê, tevî hewaya sar jî, girse li ber stasyona navendî kom bû. Hevseroka Meclîsa Skåne Zelal Qoserî diyar kir ku xetera li ser Rojava berdewam dike.
SYDNEY
Di çarçoveya 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava ya Cîhanê de, li navenda bajarê Sydney ê Avusturalyayê çalakiyek hat lidarxistin û êrîşên li ser Rojava hatin protesto kirin.
ABYA YALA
Jinên Bogotá, Medellín, Cali (Kolombiya); Santiago, Puebla, Antofagasta (Şîle); Quito, Cuenca (Ekvador); Morelia, Oaxaca, Chiapas, Puebla (Meksîka); Paraguay; São Paulo û Pará (Brezîlya) ji bo teşhîrkirina hovîtiya li dijî jinên Rojavayê Kurdistanê û şervanên YPJ’ê li kolanan çalakiyên cuda lidar xistin.
NAVENDA NÛÇEYAN










