Yekem keyaya jin a Helebceyê

Duşem 30 Hezîran 2025 - 02:55

Yekem keyaya jin a Helebceyê Sebîhe Reza diyar kir ku karê keyatiyê wek pira di navbera welatî û saziyên hikûmî de ye û got: “Her kêmaniyek li gund hebe em ji bo çareseriya wê dikevin nava hewldanan. Li gor min erk her erk e, çi jin dibe çi mêr be.”

Li Helebce û Hewaman jinan di nava gelek saziyan de erk û postên rêveberiyê girtine ser xwe. Yek ji wan jî Sebîhe Reza ya ku keyaya gundê Banîşar a ser bi bajaroka Xurmal a girêdayî parêzgeha Helebceyê ye.

Di dîroka bajaroka Xurmal de Sebîhe yekem kese wek jin dibe keya. Di derbarê karê xwe de Sebîhe Reza axivî.

Sehbîhe Reza diyar kir ku gundê Banîşar bi ser bajaroka Xurmale û dikeve qûntarê çiyayê Surên û got: “Hejmara şêniyên gund nêzî 110 mal in. Ez niha bûme keyaya gund, ez ji ber karê xwe di aliyê wijdanî de gelek aram im dema ku dikarim pirsgirêkek gundê xwe yan jî welatiyekê/î çareser bikim. Dema ez vê dikim dizanim ku min karekî pîroz pêk aniye û alîkariyek mirovî ye jî. Li ser daxwaza xelkê û piştgiriya yekeya îdarî û rêveberiya herêmî bûme keyaya gundê xwe.”

Sebîhe Reza diyar kir ku karê keyatiyê wek pira di navbera welatî û saziyên hikûmî de ye û got: “Ger pirsgirêkek hebe em ji bo çareseriya wê mijûl dibin û digihînin aliyên peywendîdar. Her kêmaniyek li gund hebe em ji bo çareseriya wê dikevin nava hewldanan. Li gor min erk her erk e, çi jin dibe çi mêr be. Lê ya girîng îradeya kes e ku çiqas dikare wî karî bi rê ve bibe. Ez di nava kar de mezin bûme, karê keyatiyê jî ji bo min ne karekî ewqas giran e lê dibe ji bo kesekî din cudatir be.”

ROJNEWS-HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.