Biryar pêngaveke mezin a dîrokî ye

Şemî 17 Gulan 2025 - 03:20

Di navbera 5-7’ê Gulanê de li ser banga sedsalê ya Rêber Apo ya binavê ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ PKK’ê 12’emîn kongreya xwe lidar xist û di kongreyê xwe xwe fesix kir, biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî û hemû çalakiyan binavê PKK’ê da. Di vê çarçoveyê de endam û berpirsên YNK’ê û Tevgera Goran yên Helebceyê axivîn. Berpirsê Navenda Helebceyê ya Tevgera Goran Nizar Mehmûd derbarê biryarên Kongreya 12’mîn a PKK’ê de wiha got:“Ev biryara PKK biryareke wêrek e. PKK, hêzeke mezin û bibandor ya Rojhilata Navîne û gaveke mêrxas avêtiye ku nîşanderê wê rastiyê ye ku hêzên Kurd, bi taybetî PKK, ji bo şer nehatiye avakirin. Armanca wan ne şerkirine, lê belê armanca wan bidestxistina mafên Kurdane.  Eger mafên gelê Kurd bi aştiyê bên dabînkirin, pêwîstî bi çekan tune ye. Divê dewleta Tirkiyeyê jî vê yekê bizanibe ku PKK bi dayîna vê biryara wêrek, mebest û armanca wê ewe ku mafên gelê Kurd û pirsgirêka gelê Kurd bi rêya aştiyê bên çareserkirin. Nexwe PKK di rojên herî bêhêvî de rûbirûyê hemû nexweşiyan bûye û serkeftin jî bidest xistiye û tu car neşikiyaye. Divê dewleta Tirkiyeyê bizanibe ku PKK şerê mafê netewa Kurd dike. Tirkiye dikare sûd ji vê derfeta dîrokî werbigire. Eger Tirkiye bixwaze aştî li wî welatî pêk were, pêwîste bi vê gava PKK’ê re bimeşe û piştgiriyê bideyê.”

Bandora PKK’ê li herêm û cîhanê

Kadroyê kevin ê YNK’ê Menzer Elî jî got:“PKK di oxira parastina mafên gelê Kurd de di sala 1978’an de hatiye damezrandin. Eger li Tirkiyeyê bi awayekî qanûnî mafên gelê Kurd bên misoger kirin, êdî pêwîstî bi têkoşîna çekdarî nake. Ev biryara PKK’ê ji bo wan guherînên ku di vê serdemê de rû dane, gaveke mezin û girîng e. Bi rêya aştiyê zêdetir maf tên bidestxistin û ev şêwazê têkoşînê ji rijandina xwînê baştire. Eşkere ye ku têkoşîna PKK’ê sînorê Tirkiyeyê derbas kiriye, li cîhanê û Rojhilata Navîn bandoreke mezin heye. Ev gava ku niha di pêvajoya aştiyê de hatiye avêtin, PKK top avêtiye qada Tirkiyeyê. Pêwîst dike ku dewleta Tirk gavan bavêje, ku divê destûra welatê xwe biguherîne ku bi awayekî qanûnî, siyasî û demokratîk, pirsgirêka gelên wî welatî çareser bike. Bicihanîna pêvajoya aştiyê destkefteke mezine ji bo PKK’ê. Hêvîdarim qonaxa pêş bi awayeke wisa be ku pêvajoya aştiyê zêdetir pêş bikeve. Destûr li wî welatî bê guhertin, mafên gelê Kurd bên naskirin. Divê ew nêrîna ku Tirkiyeyê li hember Kurd çêkiriye nemîne. Divê Tirkiye ji perwerdeya xwe destpê bikin ku înkara gelê Kurd dike. Ev pêwîstî bi lênerînê heye da ku hemû bi hev re bi awayekî demokratîk mafên xwe bidest bînin û li gor jiyane sivîl bimeşin.”

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.