Vejîn pêk hat niha dora azadiyê ye
Şemî 16 Tebax 2025 - 03:35
Di demekê de ku gerîla dawî li têkoşîna çekdarî anî û têkoşîna azadiyê di demeke nû de tê nîqaşkirin, endamên Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê û encamên wê yên ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê nirxandin. Ji şahidên pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an a li Dihê û Şemzînanê Gurcan Komata ev çalakiya dîrokî weke ‘Cejna Vejînê’ pênase kir. Komata di salvegera 41’emîn de gerîlayên tevlî Pêngava 15’ê Tebaxê bûn û li eniyên cuda yên têkoşînê şehîd bûn bi bîr anî. Komata anî ziman ku beriya 15’ê Tebaxê gelê Kurd tine dihate hesibandin, têkoşîna wan a hebûnê hatibû têkbirin û gel di nava tirsê de bû. Komata got, bi saya fikir, felsefe û hewldanên Rêber Apo, bi pêşengiya pêşengên weke milîtanên xeta Apoyî Mahsûm Korkmaz, Abdullah Ekîncî û Mûstafa Omurcan çalakiyên Dihê û Şemzînanê hatin lidarxistin. Komata destnîşan kir ku çalakiya 15’ê Tebaxê û Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi hev ve girêdayî ne û diyar kir ku van herdu çalakiyên dîrokî çarenûsa gelê Kurd diyar kirine.
11’ê Tîrmehê encama 41 salan e
Komata diyar kir ku çalakiya gerîla ya 11’ê Tîrmeha 2025’an jî bi Pêngava 15’ê Tebaxê ya Mezin ve girêdayî ye û got, ev çalakî bi fikir, hewldan û hişmendiya Rêber Apo hate kirin. Komata ragihand ku çalakiya navborî encama têkoşîna 41 salî ya li Kurdistanê û Rojhilata Navîn e û li cîhanê mînakeke xwe nîne.
Komata bal kişand ser fedakariyên mezin ên 41 salan ên di dîroka Tevgera Azadiyê û Kurdistanê de û anî ziman ku şehîdan li her kevir, dar û xaka Kuridstanê navê xwe bi xwîna xwe nivîsandin. Komata destnîşan kir ku Rêber Apo û Şehîdên Azadiyê îro jî rê nîşan didin. Gurcan Komata bi taybetî şehîdên jin ên ku pêşengî ji têkoşîna gerîla re kirin bi bîr anî û got:“Li pêşberî Şehîdên Şoreşa Kurdistanê bi hurmet bejna xwe ditewînim. Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê li Rêber Apo, li hevrêyên li zindanan, hevalên gerîla û li gelê me pîroz dikim.”
Veguherîna gelê Kurd pêkanî
Endama Akademiyê Rozan Star jî 15’ê Tebaxê weke serhildaneke stratejîk, bi bername û bi plan a li dijî qirkirin, înkar û tinehesibandinê pênase kir. Star anî ziman ku di nava gelê Kurd û civaka Kurdistanê de guherîn û veguherînên mezin pêk hatin û got:“15’ê Tebaxê civaka Kurd derbasî qonaxeke nû kir. Kurdên ku berê ji xwe bawer nedikirin û xwe înkar dikirin, niha veguherîne hêza dînamîk a guherîn û veguherînê ya Rojhilata Navîn. Ev yek şoreşeke mezin e.” Star diyar kir ku 15’ê Tebaxê hebûn da gelê Kurd, Rêber Apo daneheviyên vê têkoşînê veguherand bingeha pêvajoyeke nû û got:“Niha dora azadiyê ye.” Star ragihand ku Pêngava 15’ê Tebaxê û têkoşîn ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo hemû derdorên azadîxwaz, demokrat û aştîxwaz veguherî hêviyeke têkoşînê ya enternasyonalîst û got:“Pêngava 15’ê Tebaxê li Rêber Apo, hevrêyan, gelê me û mirovahiyê pîroz dikim.”
BEHDÎNAN