Hakan Fîdan gef li Şengalê xwar
Sêşem 15 Nîsan 2025 - 02:55
Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan, di Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi şandeya Iraqê re hevdîtin pêk anî û gef li ser Şengalê xwar û got: “Me fikarên xwe anîn ziman, em ê di demeke nêz de encaman bibînin.”
Şandeya ji Iraqê di Foruma Dîplomasiya Navneteweyî ya ku di navbera 12-13’ê Nîsanê li Antalyayê hat lidarxistin de, bi rayedarên dewleta Tirk re hevdîtin kir. Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê, di civîna ku li Antalyayê hat lidarxistin de Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler, Rêveberê MÎT’ê Îbrahîm Kalin, Cîgirê Wezîrê Karên Hindir Munîr Karaloglû, Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Huseyîn û şandeya pê re amade bûn.
Piştî hevdîtinê Hakan Fîdan ji çapemeniyê re axivî û gef li Şengalê xwar. Hakan Fîdan got: “Me fikarên xwe yên li ser Şengalê ji Iraqê re ragihand. Em ê di demeke nêz de encaman bibînin.”
Her du alî di çarçoveya 5’emîn Civîna Mekanîzmaya Ewlekariya Bilind a Tirkiye-Iraqê de hatin cem hev. Mekanîzmaya ewlehiyê ya navborî di çarçoveya ‘Peymana Ewlehiyê’ ya di navbera dewletên Iraq û Tirkiyê de ku di 15’ê Tebaxa 2024’an de li dijî Tevgera Azadî ya Kurdistanê hatibû îmzekirin, hat avakirin.
Di 40'emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an de ku PKK’ê li dijî dewleta Tirk têkoşîna xwe ya çekdarî da destpêkirin, li Enqereyê di navbera Iraq, PDK’ê û dewleta Tirk de lûtkeyek hat lidarxistin. Di vê lûtkeyê de ku wek berdewamiya hevdîtinên berê yên ku destkeftiyên PKK û gelê Kurd hedef digirtin, di navbera dewleta Tirk, Iraq û PDK’ê de ‘peymana ewlehiyê’ hat îmzekirin.
Di peymana ewlehiyê ya ku di 15’ê Tebaxa 2024’an da di navbera Tirkiye û Iraqê da hat îmzekirin hat îdiakirin ku wê ‘li dijî her avahiyên ku serwerî û ewlehiya her du welatan dixe metirsiyê’ çarçoveyeke hevpar ava bike.
Peymana 9’ê Cotmehê
Di encama zextên dîplomatîk û gefên leşkerî yên dewleta Tirk de, di 9’ê Cotmeha 2020’an de peymana di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de ku tê de mudaxeleya ewlekarî, îdarî û siyasî ya herêma Şengalê were kirin, hatibû îmzekirin.
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN