Nasnameya Helebce; sirûda ‘Helebcey Yar’

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 25 Sibat 2025 - 00:14

Bi armanca nasandina çanda pêkvejiyanê ya bajar, sîrûda ‘Helebcey Yar’ di merasîmeke taybet de hat belavkirin û hat ragihandin ku wê ev sîrûd bibe nasnameya Helebce û di vê çarçoveyê de wê li navendên perwerdeyê, civîn, panel, konferans, kongreyên giştî de were bikaranîn.

Li bajarê Helebce, Desteya Dokûmenteriya Dîroka Helebce, bi alîkariya Rêxistina Dostên Helebceyê li Hola Monomenta Şehîdên Helebceyê bi armanca nasandina çanda pêkvejiyanê ya bajar, sîrûda ‘Helebcey Yar’ di merasîmeke taybet de hat belavkirin. Her wiha ragihandin ku wê ev sîrûd bibe bibe nasnameya Helebce û di vê çarçoveyê de wê li navendên perwerdeyê, civîn, panel, konferans, kongreyên giştî de were bikaranîn.

Serokê Rêxistina Dostên Helebceyê Koçer Mîrza derbarê nasandina sîrûda ‘Helebcey Yar’ de ji axivî. “Me îro ji bo nasandin û belavkirina sîruda ‘Helebcey Yar’ merasîmeke taybet lidar xist. Berê jî taybet ji bo Helebce gelek sîrûd hatine çêkirin. Lê piraniya wan sîrûdên ku hatibûn çêkirin yan girêdayî şehîdên kîmyabarana Helebceyê bûn, yan jî tenî di gundekê bajar de sînordar dima. Lê ev sîrûda binavê ‘Helebcey Yar’ ji bo xelkê Helebceyê weke awêneyekê ye ku hemû Helebceyî bikaribin xwe tê de bibînin. Xebatên amadekirina vê sîrûdê jî 4 mehan kêşa.”

Di dewamê de Koçer Mîrza da zanîn ku sîrûda ‘Helebcey Yar’ behsa hemû tiştên girêdayî bajarê Helebce dike û wiha domand; “Hemû hêma û sembolên pêkhateya Cafan, 13 male, şarî şaîran, aştî û pêkvejiyan di nav vê sîrûdê de kom bûne. Armanca me ya serekî di amadekirina vê sîrûdê de ew ku Helebceyê jî sîrûdeke xwe ya taybet hebe û xelkê wê jî xwe di wê sîrûdê de bibîne. Her wisa ev sîrûde bikeve nav sîstema perwerdeyê û em hemû di civîn û boneyên taybet de vê sîrûdê bêjîn.”

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.