Di 6'ê Sibatê de li Kurdistan, Tirkiye û Sûrî erdhej çêbû. Di encama erdhejê de jî li hersê welatan derdora 50 hezar kesî mirin. Zêdetirî sed hezar kesî jî birîndar bûn. Her wiha ewqas kesên din jî dibe ku di bin xirbeyan de mabin. Ji bo rizgarkirina kesên di bin xirbeyan de mane, xebatek bi rêk û pêk nehat kirin. Yek ji sebebên wê jî dewlet bi xwe ye. Dewleta Tirk bi zanebûn dest li rewşê werneda. Erdhej ne bi destê wan çêbû, lê niha bi destê wan ango li gorî dilê wan dimeşe. Ji ber vê yekê, dereng çûn cihê ku erdhej lê çêbû. Yekîneyên dewletê yên çûn jî li şûna alîkariyê bikin, asteng kirin. Hem alîkarî nekirin, hem jî yên alîkarî dikirin asteng kirin. Dîmenên ji Mereş, Semsûr û Hatayê tên, vê rastiyê nîşan didin. Xelkê li wê derê di axaftinên xwe de eşkere dikin ku rayedarên dewletê dereng çûne. Lewma jî rayedarên dewletê li mirina wan kesan temaşe kir. Mirov dikare vê yekê weke komkujiyekê jî binirxîne. Ji ber vê helwêsta dewleta Tirk bi deh hezaran kes bûn qurbanî.
Vê erdhejê, gelek plan û projeyên Erdogan jî serûbinî hev kirin. Erdogan plan dikir ku di vê salê de hilbijartinê bike. Lê bi erdhejê re Erdogan jî hejiya. Di rewşeke wiha de kirina hilbijartinê, wê derbê lê bixe. Di rewşa heyî de mexdûrên erdhejê, malbat û xizmên wan deng nadin Erdogan û hevkarên wî. Heger rewş bi vî rengî be, ne mumkin e hilbijartinê bikin. Tenê bi riyekê dikarin biçin hilbijartinê, ew jî pêkanîna darbeyekê ye. Niha rewşa awarte ragihandine û heger di vê rewşa awarte de jî her tiştî têxin bin kontrola xwe, dikarin hilbijartinê bikin. Dibe ku rojên li pêşiya me, di rewşeke awarte de derbas bibin. Yanî ji erdhejê bêhtir em rojên giran bibînin.
Wekî din gelek plan û projeyên Erdogan ên dagirkeriyê hebûn. Li gorî wî, sala 2023´yan wê bibûya lûtkeya dîktatoriya wî. Lê erdhejê li wê jî xist. Hedefa Erdogan ew bû ku di sedsaliya peymana Lozanê de xwe bighîne sînorên Mîsaki Mîllî. Ango di sedsaliya komara Tirk de planên xwe yên qirkirin û dagirkeriyê bibe serî. Lê bi erdhejê re rojev guherî. Erdogan ji bo ku vê rojevê biguherîne dikare bi rewşeke awarte tevbigere. Îro di rewşa heyî de firsendeke dîrokî ketiye destê dijberên Erdogan. Niha tam dema wê ye ku her kes li dijî vê faşîzmê bibe yek. Di rewşeke wiha de heger xelk rabe ser piyan û bi awayekî civakî nerazîbûna xwe nîşan bide wê ev desthilatdarî bikeve. Heger nerazîbûn hebe, divê civakî û giştî be. Bi gilî û gazinan faşîzm têk naçe. Yan jî li ser medya dîjîtal bi axaftin û daxuyaniyan jî têk naçe. Cihê ku faşîzm lê têk diçe, warên gel in. Heger xelk rabe ser piyan wê faşîzm bikeve.
Vê hilbijartinê gelek tişt nîşanî me dan. Li aliyekî baweriya civakê bi dewletê nema. Her kesî ev dewleta sextekar û derewker nas kir. Her kesî dît ku ev dewlet tenê ji bo Erdogan û malbata wî heye. Wekî din çi bi kê were û kî bimre ne xema wan e. Lewma jî di erdhejê de ew xelk bi tenê hiştin. Ji roja ku ev desthilatdarî hatiye ser kar û vir ve ji karkeran heta bi cotkaran, ji jin û ciwanan heta bi zarokan, her kesî derba xwe ji vê desthilatdariyê xwariye. Ev desthilatdarî dibêje, yan tu yê bi min re bî yan jî tu yê bimirî. Di erdhejê de jî me dît ku dewletê li mirina deh hezaran kesî temaşe kir. Lê wê dinya bizîvire û li xwediyê xwe vegere. Helbet rojekê Erdogan jî wê bikeve wê rewşa xerab. Wê demê ew kesên derb ji Erdogan xwarine, wê li wî temaşe bikin. Ev yek jî wê ne qeder be. Çawa ku mirina deh hezaran ne qeder e. Têkçûna Erdogan jî wê ne qeder be. Ev yek bi destê civakê pêk tê. Ev civak wê li qadan û di sindoqên hilbijartinê de bersiva zilmê bide. Ev erdhej wê Erdogan jî bihejîne. Ew ê hesabê mirina deh hezaran kesî bide. Roj hatiye ku qesra Erdogan biheje û ji desthilatdariyê bikeve.
parvê bike
Nivîsên Aslan ASLAN
Divê Elmanya gava pêşî bavêje
23 teşrînê
Navê xwe li me dikin
16 teşrînê
Sonda bi Kurdî Jiyana bi Tirkî
9 teşrînê
Bi berxwedanê tecrîd wê bişike
2 teşrînê
Di salvegerê de komployeke din
26 cotmeh
Dewleta Tirk û Însanetî
19 cotmeh
Encama Komploya 9'ê Cotmehê
12 cotmeh
Erdheja li Enqerê
5 cotmeh