Encam ne rewa ne

În 15 Cotmeh 2021 - 13:33

  • Rojnamevanê RojNewsê Îbrahîm Êzîdî hilbijartinên 10’ê Cotmehê yên li Iraqê ji Zeynep Durgut re ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxandin, û got: “Encamên hilbijartinê ne rewa ne û ev hilbijartin komployek bû li dijî civaka Êzîdî.”

Rojnamevanê RojNewsê Îbrahîm Êzîdî hilbijartinên 10’ê Cotmehê yên li Iraqê ji Zeynep Durgut re ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxandin, û got: “Encamên hilbijartinê ne rewa ne û ev hilbijartin komployek bû li dijî civaka Êzîdî.”

Li gorî Îbrahîm Êzîdî, PDK bi hîleyan li Şengalê bi ser ket: “Li Şengalê ji 83 hezar dengan tenê 13 hezar kesî dengê xwe bi kar anî. Her kes dizane ku cîhazên dengdanê li Şengalê dereng kar kirin û gelek hîle hatin kirin. Ev jî bû sedem ku dengên Êzîdiyan li Şengalê kêm bibin. PADÊ li Şengalê 2 hezar û 612 deng girtin. Lê belê ev deng û hilbijartin ji aliyê PADÊ ve hatin redkirin û nehat qebûlkirin. Di Şengalê de PDK’ê 3 namzetên xwe derxistin û bû partiya yekemîn. Lê PDK bi dengê Êzîdiyan nebû yekemîn. Dibe ku ev deng ên Êzîdiyên ji dema fermana li ser Şengalê ve di wargehên PDK’ê de dîl tên girtin be. Ti rewabûna vê hilbijartinê tine ye. Ji ber ku ji sedî 41´ê tenê dengê xwe bi kar aniye. Ev hejmar jî nîşan dide ku hêviya gel a li hemberî Hikûmeta Iraqê nemaye.

Ti ferqa vê hilbijartinê û 9’ê Cotmehê ji hev tine ye. Ji ber ku ji Bexdayê heta navendên dengadayînê, kesên ku bi karên hilbijartin re elaqedar dibûn, hemû jî dijberê civaka Êzîdî ne û tiliya wan di hemû pîlanên li dijî Şengalê de heye. Ji bo ku PADÊ bi ser nekeve her tişt kirin. Heger PADÊ bi ser biketa wê peymana 9’ê Cotmehê ji holê bihata rakirin. PDK’ê bi zext û zordariyê bi ser ket. Êzîdiyên Şengalê li dijî PDK’ê ne. Êzîdiyên ku di wargehan de dimînin jî PDK’ê naxwazin. Lê ji ber gef li wan tê xwarin ji bêgavî qebûl dikin.  

Encamên hilbijartinê li ser rêveberiya Xweser a Şengalê wê ti bandorê neke. Encamên hilbijatinê ne rewa ne, û ev hilbijartin komployek bû li dijî civaka Êzidî.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.