‘Em welatê xwe nadin’

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 21 Hezîran 2022 - 21:09

  • Albûma "Em Nadin" a hunermend Onûr Evîn ji KOM Muzîkê derket. Stranên di albûma Evîn de Adara îsal li ser hin platforman beav bûbûn. 

Albûma "Em Nadin" a hunermend Onûr Evîn ji KOM Muzîkê derket. Stranên di albûma Evîn de Adara îsal li ser hin platforman beav bûbûn.

Ew balê dibin ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û encamên êrişên li dijî xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê, li bajar û navçeyên Sûr, Cizîr, Nisêbîn û bajarên din. Di vê albumê de li ser berxwedan û têkoşîna Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç jî heye.

Evîn, sala 2012'an jî bi navê "De Tê Were" albûmek derxistibû. 

Evîn ji bo albuma xwe ya nû got, "Ev album, ji bo min albumeke pirr watedar e. Ji lew re li Kurdistanê dîroka me tê talankirin. Sala 2015'an gava me dest bi xebatên albûmê kir Sûr, Cizîr û Nisêbîn dihatin bombekirin. Me jî li hemberî êriş û dagirkeriya li ser welatê xwe got, 'Em Nadin'". 

Evîn got, hunermend divê li dijî zext û zorên li ser çand û zimanê Kurdî xwedî helwêsteke polîtîk bin. Evîn got, Kurdên ku huner, çand û zimanê xwe diparêzin hîn jî tên kuştin: "Heta welatê me û zimanê me azad bibe, em ê hunermendê gelê xwe bin." 

STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.