- Nivîskarê ji Başûrê Kurdistanê Letîf Fatih Ferec 2 pirtûkên xwe yên nû bi merasîmekê dan nasîn.
Nivîskarê ji Başûrê Kurdistanê Letîf Fatih Ferec 2 pirtûkên xwe yên nû bi merasîmekê dan nasîn.
Nivîskar û şêwirmend Letîf Fatih Ferec di merasîma taybet a li navenda Rêxistina Pêşxistina Mirovî (CDO) ya li Silêmaniyê de ev her du pirtûkên xwe yên bi navê “Sultan Haşim û Enfal” û “Petrola Belaya Serê Kurd û Talana Petrolê” dan nasîn.
Berhemên nû yên wî nivîskarî bi şeklê du bergan hatine çapkirin. Her wiha Ferec ji bilî van her du pirtûkan, zêdetirî 53 broşûr û pirtûkên çîrokan nivîsandine û ev hatine çapkirin.
Erdnîgariya Çemçemal a ku Nivîskar Ferec lê ji dayik bûye, ku wek paytexta şehîdan û Enfalê tê naskirin, bandoreke mezin li ser wî kiriye û pirraniya mijarên ku di berhemên xwe de behsa wan kiriye, lêkolînên derbarê sûcên rejîma Bees û Enfalê de ne. Ferec her wiha bi dehan berhemên xwe yên wêjeyî, siyasî û çandî jî hene.
ANF/SILÊMANÎ