- Berhemeke yekta û dîrokî ya wêjeya kurdî ya Mesîhiyan bi navê Terenumên Kurdî - Îlahiyên Dêran ji Bêndera Mesîhiyan hat weşandin.
Ev pirtûk di sedsala 19'an de ji aliyê Keşe Muelim Melkî yê Qilitî ve hatiye amadekirin. Tê de 120 terenum (kilam-terane) û îlahiyên bi zimanekî edebî ku bi kurdî ne hatiye honandin. Berhem ji aliyê lêkolîner Mele Birhanê Tarînî ve ji bo çapê hatiye amade kirin ku wekî xezîneyeke veşartî ya wêjeya kurdî tê binavkirin. Mele Birhanê Tarînî li ser hesabê xwe yê tora civakî li ser girîngiya vê berhemê wisa gotiye: “Nimûneyên vê berhema yekta di edebiyata kurdî de heta niha tune bû. Îlahiyên erebî, suryanî, ermenî, îngilîzî û latînî di nav Xiristiyanan de navdar bûn, lê ev cara yekem e ku berhemeke bi vî rengî ya bi kurdî tê dîtin.”
Pirtûk ji 120 îlahî û diayan pêk tê ku Keşe Muelim Melkî bi zimanekî edebî, menzûm, bi wezîn û qafiyeyeke rêk û pêk nivîsandiye. Mijarên pirtûkê lavakirina Xwedê, pesnê Mesîh-Îsa, guneh, axret, exlaq, şivanê qenc, weten û Orşelîm (Quds) in ku bi awayekî wêjeyî hatine honandin. Berhem li herêma Tor-Abidînê, li gundê Qilitê yê Mêrdînê ku sê mezhebên Mesîhî (Katolîk, Protestan û Ortodoks) lê dijiyan, beriya pirtûka Lawija Mor Basilyûs Şemûn derketiye holê.
Derbarê Keşe Muelim Melkî
Keşe Muelim Melkî li gundê Qilitê yê Mêrdînê ji dayik bûye û ji malbata Bêt Fetrosan e. Heta salên 1910'an li Midyadê ji bo malbata Bêt Hurmuz keşetî kiriye. Piştre, derbasî Beyrûta paytexta Libnanê bûye û li wir koça dawî kiriye. Melkî bi zimanên erebî, kurdî, suryanî û tirkî baş dizanibû. Lêkolîner Mele Birhanê Tarînî li ser jiyana wî hîn xebatên xwe didomine. Tarînî bang malbat û neviyên Keşe Melkî kir ku ji bo agahiyên berfirehtir da ku bi dest bixe, xwest bi wî re têkiliyê deynin.
Vejînerê Wêjeya Kurdî
Lêkolîner û nivîskar Mele Birhanê Tarînî ku perwerdeya xwe di medreseyan de qedandiye û du dîplomayên lîsansê bi dest xistiye, bi keşifkirin û weşandina gelek berhemên winda yên klasîk ên kurdî tê naskirin. Berhemên wî yên wekî “Xutbeya Mînberî”, “Tecwîda Kurdî”, “Dîwana Şêx Evdilqadirê Hezanî”, “Sîmatnameya Şêx Mihyedîn” û pirtûka li ser medreseyan, di warê wêjeya kurdî de çavkaniyên girîng in, hatine çapkirin û belavkirin. Tarînî herî dawî bi Terenumên Kurdî xezîneyeke din a wêjeya kurdî li qada edebiyata kurdî zêde kir.
Banga xwendinê û piştgiriyê
Mela Birhanê Tarînî dibêje ku ev berhem ne tenê ji bo civaka Mesîhiyên Kurd, lê ji bo hemû xwînerên wêjeya kurdî jî xwedî girîngiyeke mezin e. Ew bang li xwendevanan dike ku vê berhemê bixwînin û piştgiriyê bidin xebatên keşifkirina berhemên winda yên kurdî. DIYARNAME