- Pirtûkxaneya Cemal Baban ne tenê pirtûkxaneyeke heman demê bûye navendeke ya komkirina rewşenbîr û xwnedevanan. Bûye navendeke ya bêhndanê, çapxaneye ji bo derxistina kovaran û arşîveke dîrokî ye.
Ev pirtûkxane ji aliyê du jinan ve tê birêvebirin. Vê jî zêdetir bal kişandiye ser xwe. Li vê pirtûkxaneyê kovarên raman û dîrokî jî tên derxistin. Ev pirtûkxane projeya keça yek ji nîvskarê dîrokî yê diyar yê gelê Kurd Doxtor Cemal Babane. Ev kes neviya Îbrahîm Paşa yê Baban ku avakarê bajarê Silêmaniyê ye.
Cemal Ebdulqadir Baban sala 1926’an li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye. Sala 1970’ê yekemîn Serokê Nivîskarên Kurd bûye. Salên 1980’ê Serokê Şaredariya Silêmaniyê bû. Di heman deme de jî Kovara Silêmanî derxistiye. Sala 2005’an Navenda Rewşenbîrî ya Baban li Silênaiyê ava kir û sala 2006’an jî Xwediyê Îmtiyazê ya Kovara Baban ku heta niha weşana xwe dewam dike.
‘Kovara Baban’ derdixe
Yek ji keça Dîroknas Cemal Baban, Seyran Baban bi hevkariya malbata xwe Navenda Çandî û Rewşenbîrî bi navê bavê xwe vekirye. Bi rêya vê navendê rojane karê rewşenbîrî ya Kurdî dike li bajarê Silêmaniyê. Seyran Baban ji bo parastina ked û mîrateyê bavê xwe pirtûkxaneyeke bi navê ‘Silêmanî Bajarê Pir Rengan’ li bajarê Silêmaniyê vekiriye. Li vê pirtûkxaneyê Kovara bi navê ‘Kovara Baban’ tê çapkirin. Berî niha bavê wê Cemal Baban xwediyê îmtiyazê bû, piştî wefata bavê wê ew dibe xwediyê îmtiyazê. Navenda Kovara Baban li nava pirtûkxaneyê bi xwe ye û niha jî tê çapkirin û belavkirin. Seyran Baban got: “Pir kêfxweşim ku vê mîrateyê diparêzim û bi avakirina navendek wiha pirtûk û bîranînên bavê xwe diparêzim.”
‘Qedrê jinan digirt û li me guhdar dikir’
Roja 8’ê Îlona 2023’an di temenê 79’an de dîroknasê mezin yê Kurd Cemal Babane wefat kir. Baban li pey xwe bi dehan pirtûk, pirtûkxaneyeke dewlemend ya ji bo gelê xwe hişt. Cemal Baban sala 1954’an li Rojnameya Jîn dinivîse û bû yek ji nivîskarê baş yê bajarê Silêmaniyê. Seyran Baban têkildarî bavê xwe vê dibêje: “Bavê min di dema xwe de kesayetiyeke cuda bû, pir rêz ji bo jinê digirt. Guh dida ramanên me. Tevî ku me bi zimanê Erebî jî dixwend, girîngiyeke mezin dda perwerdeya Kurdî û ji bo pêşxistina wê jî ked dida.”
Xelk bi rehetî xwe digihîne berheman
Biraziyê Cemal Baban Dêrîn Baban bal kişand ser avakirina pirtûkxaneyê û got: “Bi saya vê navendê ku weke pirtûkxaneyekê hatiye sêwirandin, pirtûk û berhemên hunerî tên parastin. Bi vî awayî xelk bi rehetî xwe digihîne van berheman.” Dîsa yek ji armanca malbata Baban ew bû dema ku vê pirtûkxaneyê ava dikin, bang li welatiyan dikin ku pirtûkên Cemal Baban li gel wan bînin û li vir bên danîn. Li ser vê yekê 25 pirtûk welatiyan anî pirtûkxaneyê. Nivîskar û Rojnamevan Şalaw Cehfer yê serdana vê pirtûkxaneyê kiriye dibêje; “Vir bûye navenda arşîv û komkirina zanistên rewşenbîrî. Her wiha xwendevan jî ji vê pirtûkxaneyê sûd werdigirin.” ROJNEWS/SILÊMANÎ