Pirtûkek nû ya ‘Gotinên Pêşiyan’ derket

Nûçeyên Çand/Huner

În 5 Îlon 2025 - 17:15

  • Nivîskar û derûnînas Brahîmê Alûcî ku bi nivîsên xwe yên derûnî li ser medyaya civakî tê naskirin û berê niha 2 E-pirtûkên wî belav bûbûn, niha pirtûkek amade kir. Pirtûka wî ya bi navê “Gotinên Pêşiyan, Xezîneya Çanda Kurdî” ji Weşanên Belkî derket.

Pirtûka “Gotinên Pêşiyan, Xezîneya Çanda Kurdî” ji 206 rûpelan pêk tê, dewlemendiya çanda kurdî di nav gotinên pêşiyan de vedihewîne, tê payîn ku xezîneya çanda kurdî ragihîne. Ev gotinên ku bi salan di nav devê gel de hebûna xwe diparêze, di pirtûkê de bi awayekî rêk û pêk û bi zimanekî zelal hatine komkirin. Her gotinek, wekî mîrateyeke çandî dihêle ku kûrahiya çanda kurdî bê kişfkirin. 

Weşanên Belkî derbarê pirtûkê de wiha dibêje: “Gotinên pêşiyan, xezîneya neteweyekê ye ku di nav dîrokê de hatiye berhevkirin. Ev gotinên bi hikmet, wekî kelehên kevnare yên çandê, li ber bayê demê xwe girtine û hebûna xwe parastine. Di van gotinan de ezmûnên gelê kurd, serboriyên salan, şahî û kederên civakê û hêviyên nifşên berê veşartî ne.”
Ev berhema nû ya Brahîmê Alûcî ku çanda kurdî bi awayekî zindî diparêze, tê payîn ku bala xwendevanan bikişîne û bibe çavkaniyeke girîng ji bo kesên ku dixwazin kûrahiya gotinên pêşiyan ên kurdî bikolin. NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.