Doza xweseriya Şengalê 

Nûçeyên Dosye

Çarşem 24 Adar 2021 - 16:22

  • Nûnerên xweseriya Şengalê herî dawî 15´ê Adarê doza parastina xweseriya Şengalê û xwedîderketina li Asayîşa Êzîdxanê ragihandin rayedarên hikûmeta federal a Iraqê. Li gorî destûra Iraqê mafê Êzîdiyên Şengalê ye ku îdareya xwe ya xweser ava bikin.

Di 3’yê Tebaxa sala 2014’an de pêşmergeyên PDK´ê bêyî ku guleyekê biteqînin ji Şengalê derketin û Şengal di nava lepên çeteyên DAIŞ’ê de hiştin. Êzîdî dibêjin, ‘[PDK´ê] Şengal radestî DAIŞ’ê kir’.

Piştî rizgarbûna Şengalê, Êzîdiyên Şengalê, meclîs, asayîş û hêza xwe ya parastinê ava kirin. Di nava wan de Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ji hebûn. Niha Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ji bo sazî û rêxistinên Şengalê hemûyan bûye sîwanek.

Şengalî dixwazin ev rêveberiya wan a xweser ji aliyê rêveberiya Iraqê ve fermî were naskirin. Ji bo vê jî amade ne çawaniya xweseriyê li gel Iraqê nîqaş bikin. Ew lihevkirina Bexda û PDK’ê ya li dijî Şengale jî red dikin, ji ber ku îradeya Êzîdiyan tê de nîne.

Di 15’ê Adarê de Serfermandarê Artêşa Iraqê Ebdulemîr Yaralla, Berdevkê Odeya Çalakiyên Hevbeş Ebdulemîr Eş-Şemerî, Musteşarê Ewlekariya Neteweyî Qasim El-Erecî, Nûnerê Karûbarên Ewlekariya Neteweyî Hemîd El-Şitrî li Şengalê bi Rêveberiya Xweser re rûniştin.

Daxwazên ji hikûmeta Iraqê

Di civînê de nûnerên Rêveberiya Xweser a Şengalê pêşniyaz û daxwazên xwe fermî ragihandin.

1) Wan xwest peymana li dijî Şengalê ya hikûmeta Federal û PDK´ê bê betalkirin. Wan bi bîr xist ku 120 hezar Şengalî vegeriyane warê xwe û nihêrîna wan girîng e. Ew dibêjin kesên li wargehên penaberan jî 150 hezar in û li fikra wan jî nehatiye pirsîn. Wan xwest li çûna peymanê, hesab ji berpirsên PDK´ê bê pirsîn ku kirin ferman bi serê Şengaliyan de bê.

2) Nûnerên Rêveberiya Xweser a Şengalê xwest, meseleya vegera penaberan nebe mijara muzakereyên siyasî û hikûmete federal yekser mumkin bike ku penaber karibin vegerin Şengalê. Wan bi bîr xist ku bi 7 miracaetên mecbûrî PDK dike ku vegera malbatekê qederê 2 mehan dewam bike, heta ku destûrê wergire. Û ji ber wê xwest ku penaber yekser karibin destpûrê wergirin û rêyên vegera wan jî bên hêsankirin. Di vê çarçoveyê de rayedarên xweseriyê ji hikûmeta federal xwest ku ji bo jinûveavakirina Şengalê gavan biavêje û mexdûrên ffermanê jî tezmîn bike.

3) Ji bo çareseriyê jî nûnerên xweseriya Şenagalê bal birin ser Destûra Bingehîn a Iraqê kir ku mafên rêveberî, siyasî, ewlehî, çandî, aborî û perwerdekirina neteweyên cûda misoger dikin. Wan, xwest rêveberiya xweser jî di vê çarçoveyê de bê qebûlkirin. Wanxwest Iraq û civaka navneteweyî jî vê weke tezmînkirina qirkirina Êzîdiyên Şengalê jî qebûl bike. Wan xwest Meydana Hewayî ya Şengalê li êrişên ezmanî û destdirêjiyên herêmî bê girtin. Wan bi heman rengî xwest, fermî rewşa Asayîşa Êzîdxanê tevî 700 endamên wê bê qanûnîkirin, alîkariya YBŞ´ê were kirin. Wan xwest çûnûhatina ber bi Bakurê Sûriyê jî bi deriyê sînior ê Bare bê hêsankirin. 

Xalên 119 û 120 ên destûrê

Di Destûra Iraqê de xalên destûrê didin rêveberiyên xweser gelek in. Madeyên 119 û 120 yên herî muhim in. Li gorî xala 119´an mafê her parêzgehekê yan jî gelek parêzgehan heye herêmekê pêk bînin. Li gorî madeya 120´an a Destûra Iraqê jî herêmek dikare bibe xwedî destûra xwe ya xweser. Bi mercê li gel Destûra Bingehîn a Iraqê guncaw be. Di van herdu madeyan de qala parêzgehan tê kirin, lê Şengal qeza ye û ser bi parêzgeha Mûsilê ye.
Dr. Şoreş Hesen dibêje, li gorî madeya 116’an û 125’an a Destûra Iraqê Şengal xwedî wî mafî ye ku doza xweseriyê bike. Li gorî madeya 116´an û 125´an, sîstema federalî ya Komara Iraqê ji paytext, parêzgehan, parêzgehên nenavendî û îdareyên xwecihî pêk tê.

Li gorî van herdu madeyan, mafê îdarî, siyasî, çandî, perwerdeya neteweyên cuda yên weke Tirkmen, Kildan û Aşûrî û pêkhateyên din li gorî qanûnê hatiye misogerkirin. Yanî Şengal bi xwe dikare xwe bi rê ve bibe. Lê, bi mercê ku weke di destûrê de hatiye nivîsandin, îdareya wê li jêr destûra Iraqê û qanûnê de be.

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.