Berxwedanê bi tenê nehêlin

Duşem 11 Adar 2024 - 00:53

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê daxuyaniyek da û wiha got:“Şengal / Êzdîxan di fermana 74’an şûn de ji bo ji nû ve ferman û jenosîd bi ser wan ve neyên, bi hewayeke civakî, aborî çandî û leşkerî li ser hîm û rêgezên Xweseriya Demokratîk bi firehî û kûrahî bi rêxistinbûna cewherî, pêngavên xweparastin û mayîndekirinê dane destpêkirin. Şengala azad, demokratîk û xweser bi avakirina yekîneyên leşkerî wek Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ), bi sazkirina meclîsên Rêveberiya Xweser a Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzdî (TAJÊ); bi gav avêtinên partîbuyinê Partîya Azadî û Demokrasiyê a Êzdîxan (PADÊ) û bi ji nû ve bikaranîna şaredariyan li Şengalê hêviya jiyaneke bi rûmet ji nû ve vejiya. Ku di vê çarçovê de bi deh hezaran Êzdiyên koçî derveyî Şengal kiribûn vegeriyan xaka xwe ya pîroz Şengalê! Ev vejîn weke tirs û xofekê kete dilê dewleta tirk a dagirker. Dewleta êrişkar bi hevkariya PDK û bi bêdengiya dewleta navendî ya Iraqê ji 3’ê Tebaxa 2014’an heta îro êrişên xwe yên li dijî jiyana nû a Şengalê bênavber didomîne. Di van êrişan de armanca dagirkeran ew e ku Jenosîda bi destê DAIŞ‘ê 3 Tebaxa 2014’an de da destpêkirin û nîvco ma temam bike. Şengala bi hîmên Neteweya Demokratîk tê avakirin, rawestînin. Destketiyên civaka Êzîdî yên siyasî, civakî û aborî têk ve bibin. Bi van êrişan Şengala ku ji Rojhilata Navîn re dibe mînak, vê hêviyê bişkîne. Hişmendiya xayîn a PDK’ê li pêşberî hemû bêrûmetiya wê jî, dîsa li Êzdîxanê serwer bikin. Em weke Koordinasiyona Civaka Êzdî yên li Ewropayê bangî Kurdistan, Rojhilata Navîn, Ewropayê û tevahiya cîhanê dikin. Divê bê zanîn ku ya tarîtî û reşiya herî kûr DAIŞ’ê da sekinandin,  BEXWEDANA ŞENGALÊ bû. Vê berxwedanê hêvî da gelên bindest. Şengal wê qet û qet serî berjêr neke. Lê divê ku di vê berxwedana xwe ya rûmetdar de tenê neyê hiştin.”

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.