Bi navê xelkê tifaqan çênekin

Çarşem 3 Nîsan 2024 - 00:37

NESÎM ZENDÎNÎ / ROJNEWS / ŞENGAL 

Li Mûsilê konferansek bi tevlîbûna hinek serokeşîrên Êzidiyan û mezinên Ereban pêkhat û belgenameyeke lihevhatinê hate îmzekirin. Rêveberiya Xweser a Şengalê, malbatên qurbaniyan û piraniya civaka Êzîdî nerazîbûn nîşanî vê belgenameyê dan. Têgotin, kesên tevlî vê konferansê bûne nêzî PDK’ê ne.

Kesayetê ji mala Cindo ya Şengalê Şemo Seydo Şemo jî nerazîbûn nîşana konferansê da û da zanîn nabe ti kes ji bo berjewendiyên xwe li ser navê Êzidiyan tifaqan pêk bîne.

Şemo Seydo Şemo diyar kir, yên tevlî konferansa Mûsilê bûne, ne nûnerê hemû civaka Êzîdî û malbatên qurbaniyên fermanê ne û got:“Berê niha çend rojan, hinek ji xelkê me yê Êzidî tevlî civîna Mûsilê bûn. Kesên diçin ji bo navê xwe diçin û ti Êzîdiyek li pişt wan nîne.” Şemo Seydo Şemo da zanîn kesên diçin bi navê Êzîdiyan diaxivin, ti carî feydek xwe ji bo Êzîdiyan çênebûye û got: “Hinek hene, rojek jî qenciyek li Êzidiyan nekirine û di dema şerê dijî DAIŞ’ê de nehatine, çiyayê Şengalê. Lê camêrên Kurd texsîr nekirin. Hem yên li Sûriye hem jî yên li Iraqê, hatin pêşiya Êzidiyan xwarin û vexwarin dan wan. Lê ev hinek mezinên ku tên gel hev jî divê were zanîn di dîroka xwe de ti fêdeyek li Êzidiyan an jî li eşîrên xwe nekirine.”

Divê em xwe biparêzin

Li ser hewldanên ne rewa nîşandana hêzên parastinê yên Şengalê û êrîşên li ser hêzên parastinê jî Şemo Seydo Şemo, da zanîn nabe Êzîdî weke berê xwe ji insafa hinek din re bihêlin û got:“Eger ne ji xêra van hêzan û camêranba, me ne dikarî em li vir bijîn. Em ji insafa xelkê re ma bûn. Nabe ku ev hêzên me yên li vir nemînin, ji bo Êzidiyan pêwîst in. Raste qanûnên dewletê hene û em jî ser bi wê dewletê ne, lê divê em bizanin, kengê bi hevre şer dikin û an jî bêhna wan li hev teng bibe, li ser xelkê me yê belegaz de tên. Me tiştek li ti kesî nekiribû, çima hatin me weke karik û berxan serjêkirin? Ji ber vê hêzên Êzidiyan pêwîst in.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.