Li Şengalê kampanya

Şemî 9 Adar 2024 - 00:33

Di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ kampanyayeke nû da destpêkirin. Kampanya 'Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê' bi daxuyaniyekê hate ragihandin. Daxuyaniya li ser mijarê bi vî rengî ye:’’Weke TAJÊ û YJŞ’ê, em li dijî neteweperestî, olperestî û bi taybetî li dijî zayendperestiyê têdikoşin da ku dema pêş carekî din jenosîd û femînîsîd li dijî jinan, civakan yan baweriyan pêk neyê. Bersiva herî rast li dijî komkujî û şideta li dijî jinên Êzidî, hevgirtin û rêxistina hemû jinên cîhanê ye. Ji ber vê, em dibêjin di sala 2024’an de, em têkoşîn û dengê xwe bi hev re li dijî qirkirina jin û ji bo parastina xwe bilind bikin.

Daxwazên me wiha ne:

* Qirkirina jin (femînîsîd) sûcê şer e, qirkirina jin bê naskirin, hemû sûcdar û hevkarên wan werin dadgehkirin.

* Mafê jinan a ji bo parastina jiyana xwe, welatê xwe û çanda xwe ji milê hemû civakan û saziyan ve were naskirin.

* Fermana 03.08.2014’an ku ji milê çeteyên DAÎŞ'ê ve pêk hat were naskirin. Hemû sûcdar û hevkarên weke DAÎŞ, PDK, dewlata Tirk, dewlata Iraqê werin dadgehkirin. 

* Îradeya civaka Şengalê, rêverberiya xweser, her wiha YBŞ , YJŞ û Asayîşa Êzidxanê were naskirin.

* Hemû êrişên li ser Şengalê, taybet êrîşên hewayî ya dewleta Tirk, bêne bidawîkirin.

Ev pêngav, ji 08.03.2024’an roja jinên cîhanî dest pê dike heta 03.08.2024’an salvegera 10’an a fermanê wê dewam bike. Em ê deng, îmzeyan û beşdariyên ji jin û rêxistinên jinan berhev bikin û em ji bo hemû jinên cîhanê bang dikin: Werin em bi hev re, bi ruhê JIN JIYAN AZADÎ dengê xwe bikin yek. Em dixwazin bi hev re berpirsên qirkirina jinê li Şengalê û her cihê cîhanê ku jin têne qirkirin sûcdar bên dadgehkirin.”

ANF/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.