Em ê tola şehîdan rakin

Çarşem 13 Adar 2024 - 00:56

ARGEŞ ŞENGALÎ / ANF / ŞENGAL

Piştî hevdîtina di nava rayedarên dewleta Tirk a dagirker û dewleta Iraqê de liv û tevgera hewayî li Şengalê zêde bû. Rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan Sadûn Mîrza Elî di 29’ê Sibatê de, şervanê YBŞ’ê Mecdel Hesen Xelef di 8’ê Adarê de di êrişa hewayî ya dewleta  Tirk a dagirker de şehîd bûn.

Li gel hemû êrişan jî xelkê Şengalê bi îradeyek xurt xwedî li nirxên xwe derdikevin. Bi taybetî êrişa li ser Saziya Malbatên Şehîdan hêrsa gel a li dijî dewleta Tirk û Mala Barzanî zêdetir bû. Derbarê mijarê de endamên Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê axivîn û peyama tolhildanê dan.

Yek ji endamên Saziya Malbatên Şehîdan dayê Pakîz Dayê Pakîz destnîşan kir ku îro li şûna DAÎŞ’ê, MÎT’a dewleta Tirk û sîxurên ku bi destê Mala Barzanî têne rêxistinkirin hene û ev bang li civaka Êzidî kir:“Hêviya me ji hemû malbatan ew e ku çav û guhê wan li zarokên wan be. Xwîna mirovên wekî Sadûn, Pîr Çeko, Seîd, Dijwar û hemû şehîdan venexwin. Dema kesên sîxur hatin girtin jî bila ti kes nebêje zarokên me çima birine. Malbatên wan lazim e di serî de zarokên xwe hişyar bikin.”

Yek ji endamên Saziya Malbatên Şehîdan Xidir Hemed jî hêrsa xwe ya li hemberî êrîşan bi peyva “Êdî kêr gihişte hestî” anî ser ziman û ji bo kesên ku dikevin nav tora xiyanetê ev hişyarî kir: “Ew kesên ku destê wan di xwîna şehîdên me de hebe, bila ti carî rehet ranezên. Bila nebêjin em li malên xwe rehet in. Kengî be dema ew derketin, rehm li wan nabe. Heta îro ti kesî ji hevalê Sadûn gazin nekiriye. Mirovekî li ser bîr û baweriya xwe bû. Bila nebêjin Sadûn bê dê, bav û bira ye. Em hemû malbata wî ne û em ê tola wî hilînin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.