- Li ser tenbûra bi tayên goreyan, Alî Temel awaza strana “Wa ye PKK rabû” li Zindana Diyarbekirê danî. Vê stranê mohra xwe li 40 salan li berxwedana gelê Kurd da û serpêhatiya wê jî serpêhatiya berxwedanê ye.
ÎSMET KAYHAN
Strana ‘Wa ye PKK rabû’ ji wan stranan e ku mohra xwe li jiyanê dixin. Esas, ji stranekê bêhtir ew weke manîfestoyekê ye. Ew bahozeke muzîkal e ku li Kurdistanê radibe. Ev stran 40 salan li ser zimanê Kurdan ma û miletekî ji vê stranê bawer kir.
Feyrûz dibêje, “Bihêlin, bila stran veguherin bahozan…” Piştî ku Alî Temel awaza vê stranê danî, bahoz li çiyayên Kurdistanê rabû û hê jî bayên wê digobilin.
Alî Temel sala 1960´î li gundê girêsor ê ser bi Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinê. Hîna zarok e, ew rastiya gelê Kurd nas dike. Ew kadroyên pêşeng ên PKK´ê Hayrî Durmuş û Ferhat Kurtay nas dike û bi bandora wan dibe Apoyî.
Alî Temel, 27´ê Çileyê 1980´yî tê girtin. 120 rojan di nezaretê de îtîrafkarî li ser tê ferzkirin, lê ew li ber êşkenceyê xwe radigire.
Dewleta Tirk a dagirker dayika wî Gulten Temel dike nezaretê û êşkenceyê li dayika wî jî dike. Alî Temel îtîrafkariyê qebûl nake. Ew 4 mehan di hepsa Mêrdînê de dimîne û wî paşê dişînin Zindana Diyarbekirê.
Ez bi Kurdî bêhnê didim û distînim
Serpêhatiya strana “Wa ye PKK rabû” heta bi Zindana Diyarbekirê diçe: Tebaxa sala 1984´an. Alî Temel hingê di destpêka salên xwe yên 20´an de tevî Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Alî Çiçek û hevalên wan di berxwedanê de cihê xwe digire.
Di rojên herî tarî yên zindanê de ew bi Ferhat Kurtay re di qawîşa hejmar 33 de bû. Kurdî dildariya Alî Temel bû. Wî digot, “Ez bi Kurdî bêhnê didim û distînim.”
Ew tevî Ferhat Kurtay di wan rojên zilmê yên zindanê de Kurdî hînî hevrêyên xwe dikin.
18´ê Gulana 1972´yan Ferhat û sê hevrêyên wî gava bedena xwe da ber agir, Alî li cem wan bû. Alî Temel piştî çalakiyê wiha dinivîse: “Tu nabê kanî… Ferhat ê devliken… Eşref ê dilbirîn… Mahmûd ê çavreş… û Necmiyê dilgeş… û Eliyê dilmertal… Amed!”
Alî Temel di salên 1990´î de ew rêz “Şahiya Demokrasî û Aştiyê” ya Partiya Keda Gel (HEP) li Kadikoya Stenbolê organîze kirî, ev rêzên xwe xwendin û bi qêrîna ‘Ey Amed’ dest bi xwendinê kir. Ew deng îro jî deng vedide di guhê kesên lê guhdarî kirî de…
Texte û tayên goreyan
Alî Temel, di zindanan de yek ji kesên herî afirîner bû. Wî timî dinivîsî. Mehmet Îsa şahidî kiriye ji çêkirina strana “Wa ye PKK rabû” re: “Alî, ji min re got, ‘ez ê helbestê binivîsim. Tu jî bi min re be, em ahenga vê helbestê xweşt zeft bikin.’ Me tayên naylonî yên goreyên xwe vekirin, paşê me ev ta bi texteyekî, me şibandî teşiyê, rêsan û ew şibandin têlên tembûrê. Alî, texteyekî li hepsê, bi kodika şekir ve kir û têlên ji tayên naylonî yên goreyên me jî pê ve kir. Piştre nota û perdeyên vê tembûrê lê edilandin.
Gava ku lê dixist, eynî dengê tembûrê jê derdiket. Bi vê tembûrê awaza helbesta ‘Wa ye PKK rabû’ lê dixist û pê re digot. Min jî ew gotin dubare dikirin. Bi vî awayî, Alî gotinên stranê temam kirin. Gava me stran çêkir, em gelekî şa bûn.”
Alî Temel pêşî strana ‘Wa ye PKK rabû’ li ber dengê tembûra xwe ji bo hevalên xwe yên di qawîşê de got. Hevrêyên wî stranê gelekî diecibînin.
Ez ê stranê derxim derveyî hepsê
Alî Temel li ser vê dibêje, “Ez ê vê stranê derxim derveyî hepsê. Gava derket, wê gelekî deng vede, hûn ê jî bibînin.”
Xebera Alî Temel bû: Ji Amedê heta bi Botan û Zagrosan nifşên Kurdan bi vê stranê mezin bûn. Alî Temel, esas îlhama xwe ji çalakiyên 15´ê Tebaxê yên Erûh û Şemzînanê wergirtibû.
Hozanê berxwedanê
Alî Temel sala 1990´î ji hepsê tehliye bû. Pê re jî karê awazdanînê dewam kir û awazên ‘Xûşka Zozan’, ‘Deşta Bismilê’, ‘Rozerîn’, ‘Bûka Kurda’, ‘Keçika Dêrsimê’ û ‘Şitla Azadî’yê danîn.
Di salên 1990´î de wî di xebatên çand û huner ên li Stenbol, Izmîr, Edene û Amedê de cihê xwe girt. Wî soza dayî Ferhat, Kemal, Hayrî jî bi cih anî… Albuma pêşî ya Koma Çiya “Rozerîn” (1991) ji awazên Alî Temel pêk dihat. Di wê albumê de strana Şitla Azadiyê ya ji bo bibîranîna Ferhat Kurtay veguherî muzîka serhildanê. Alî Temel, sala 1992´yan berê xwe da çiyayên Kurdistanê da ku bibe gerîla. Wî pênûs û tenbûra xwe jî bi xwe re bir. Heman salê di pîrozbahiya 15´ê Tebaxê ya li Akademiya Mahsûm Korkmaz, wî ji gerîlayên ciwan re li tembûrê xist û stran gotin; diyar bû ku vê yekê ew gelekî bextewer kiribû.
Piştî perwerdeya leşkerî, berê xwe da erdên lê ji dayik bûye, yanî Çiyayên Mazî: Wî li wir ji bo gerîla helbestên Kurdî nivîsandin û gerîla bi skêçên xwe kenandin. 13´ê Tîrmeha 1994´an di şerekî li Şemrexê de birîndar bû, û Fermandarê Cendermeyên Tirk ê hingê Hasan Atilla Ugur ew qetil kir.
Bi ’Şitla Azadiyê’ spartin axê
Malbata Alî Temel, bi salan têkoşiya ji bo ku xwe bigihîne cenazeyê Alî Temel. Malbatê sala 2014´an xwe gihand cenaze. Piştre ji bo Alî Temel measimeke bi heybet hat lidarxistin. Li goristana Girê Bîrê ya Qoserê, cenazeyê Alî Temel spartin axê.
Alî Temel şoreşgerekî Kurd bû ku huner û gerîlatî kirin yek… Eynî weke Hozan Serhat, Mizgîn û Sefkan… eynî weke Victor Jara.
Têbînî Not: Ev nivîs, cara ewilî 13´ê Tîrmeha 2018´an bi tirkî di rojnameya me de hatibû weşandin.