320 Êzîdî vegeriyan Şengalê

Pêncşem 14 Adar 2024 - 00:33

Vegera koçberên Şengalî yên li kampên Başûrê Kurdistanê di vê dema dawiyê de zêde bûye. Hate ragihandin ku 320 Êzîdiyên din ji Dihokê vegeriyane Şengalê. Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya valakirina kampên penaberan ên Başûrê Kurdistanê de, bi alîkariya Rêxistina Navneteweyî ya Koçberan, 320 koçberên Êzîdî ji kampa Kibarto ya Dihokê vegeriyan ser warên xwe yên li Şengal û derdora wê. Di heman daxuyaniyê de tê gotin:“Malbatên ku vedigerin Şengalê, bi biryara serokwezîrê Iraqê alîkariya darayî û pêdawîstiyên nava malê ji bo wan tên dayîn. Wê wezareta me ji bo vegerandina hemû penaberan heya 30’ê Tîrmehê karê xwe dewam bike.” Wezaretê pêr jî ragihandibû ku 79 malbatên Êzîdî ji kampên Dihokê vegeriyane Şengalê.

Di heman daxuyaniyê de hate ragihandin ku koçber hemû bi daxwaza xwe vegeriyane û kesên bixwazin vegerin dikarin vegerin Şengalê. Her wiha hate diyarkirin ku rojane li nava wargehan navên kesên dixwazin vegerin ser malên xwe têne tomarkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.