Divê qada hewayî bê girtin

Sêşem 12 Adar 2024 - 00:15

EVÎN ÊZÎDÎ / ROJNEWS / ŞENGAL

Beriya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî 4’ê Adarê serdana Şengalê bike bi çend rojan, li Tilizêrê balafira dewleta Tirk êriş pêkanî û di encamê de Endamê Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Sadûn Mîrza Elî şehîd bû. Piştî serdana Sûdanî bi 4 rojan jî 8’ê Adarê careke din êrişa hewayî li Sikêniyê pêkhat û di encamê de şervanê YBŞ’ê Mecdel Hesen Xelef şehîd ket. Sûdanî di peyama xwe ya Şengalê de gotibû, ew ê hemû koçberan vegerînin û Şengalê ji nûve ava bikin. Lê êrîşên dewleta Tirk ên pêk tên û ev gotinên Sûdanî bihevre nakok bûn û ev jî pêşî li hêrsa Êzidiyan vekir. Cîgirê Serokê Desteya Eşayîrî Dexîl Xwedêda têkildarî êrişên dewleta Tirk, bêhelwestiya dewleta Iraqê axivî û bangeke girîng li rûspiyên Êzidî kir. Dexîl Xwedêda êrîşên dewleta Tirk ên li ser civaka Êzidî şermezar kir û got:“Em ê ti carî serî li ber êrîşan netewînin. Daxwaza me ji hikûmeta Iraqê ewe ku asîmanê xwe ji dewleta Tirk a dagirker re bigire û bi vî awayî êrişên dijî zarokên me were rawestandin.” Dexîl Xwedêda ji Iraqê û bi taybet jî hikûmeta Sûdanî xwest, dirûst nêzî Êzidiyan bibe û got:“Sûdanî dibêje, wê alîkariyê bidin ji bo Şengal were avakirin. Lê di rastiyê de zextê li me dikin. Em hêvî dikin ku Iraq û hikûmeta Sûdanî dirûst nêzî Êzidiyên li Şengalê bibin.”

Cîgirê Serokê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Dexîl Xwedêda, li dijî bê helwestiya Iraqê ya beramber êrişên li dijî civaka Êzidî bangeke girîng li rûspiyan kir û got:“Hêviya me ji rûspiyên Şengalê ew e ku rabin ser xwe û helwesta xwe li hemberî dewleta Tirk bidin nîşandan û li dijî hevkariya Iraqê ya bi dewleta Tirk re çalakiyan lidar bixin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.