Agirê Amûdê ne qeder bû!

Nûçeyên Dosye

Sêşem 14 Mijdar 2023 - 00:30

  • 13`ê Mijdara 1960`î, li Amûdê komkujiyek pêk hat. Di encamê de zêdetirî 280 kes jiyana xwe ji dest dan. Gelek ji wan zarok bûn. Rayedarên Sûriye ji Kurdan re gotin ku ev bûyer weke “qeder” qebûl bikin. Lê ev bûyer ne qeder bû û weke komkujiya Sînemaya Amûdê ma di bîra xelkê da.

NÛJIYAN ADAR / ANF / AMÛDÊ

Di 13’ê Mijdara 1960’î de li navçeya Amûdê ya bajarê Qamişloyê, li Rojavayê Kurdistanê, 283 zarokên Kurd li Sînemaya Amûdê hatin qetilkirin. Di ser vê komkujiyê re 62 sal derbas bûn û hîna jî ev komkujî di bîra gelê Kurd de ye. 500 zarokên Kurd di jiyana xwe de wê cara yekemîn li Sînemaya Şehrazad a Amûdê li filmê “Cerîmet Nisif el-Leyl (Sûcên Nîvê Şevê)” temaşe bikirana. Ev film li şoreşa Cezayîrê bû û Misrê ev film çêkiribû. Piştî ku filmî dest pê kiribû,  agir bi perdeyê ketibû û piştre belavî tevahiya eywanê bûbû. Di dema şewatê de du deriyên teng ên eywana sînemayê ya 130 metreyên bi çarçik jî girtî man. Sînemaya ku avahiyeke kerpîç û darîn bû, agir pê ket û di demeke kin de hilweşiya. 

Di şewatê de 283 zarokên 8-14 salî jiyana xwe ji dest dan. Der barê vê bûyerê de jî lêpirsîn nehat kirin. Piştî bûyerê, yekser rayedarên Sûriyê gotin, “Ev qeder e. Tiştekî bê kirin tine ye” û wan got, şewata sînemayê ji ber şaşîtiyeke teknîkî çêbûye. Lê belê di dema bûyerê de ji teknîsyen û xebatkarên sînemayê zirar li ti kesî nebû, leşkeran mudaxele nekir, derî hatin kilîtkirin û lêpirsîn nehat kirin. Ev jî delîleke komkujiyê ye.

Li Baxçê Pakrewan ê ku li ser cihê eywana sînemayê hatiye çêkirin, wêneyê Mihemedê Seîd Axayê Deqorî (1928-1960) ku di dema komkujiyê de gelek zarok ji şewatê rizgar kirine, di nava baxçe de ye. Di baxçe de bîreke avê heye û di wexta şewatê de bi dehan zarokan xwe ji eywana sînemayê avêtibûn hindirê bîrê. Piştî bûyera Sînemaya Amûdê hîna jî eywana sînemayê li Amûdê tineye.

Zarokên di Komkujiya Amûdê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve weke Şehîdên Şoreşê hatin ragihandin.

Sînema bû, ez jî weke hevalên xwe çûm

Mihemed Emîn Ebdulselam ê ji Amûdê yek ji şahidên bûyerê û yek ji zarokên ku ji şewatê rizgar bûye, wê demê 12 salî bû. Mihemed Emîn Ebdulselam anî ziman ku ew li ser pêşniyaza midûrê dibistanê çûye filmê ku ji bo Cezayîrê hatiye nîşandan: “Midûrê dibistanê got, dê ji bo Cezayîrê alîkariya aborî were komkirin. Wê demê pereyê min jî tinebû. Min ji kurê mamê xwe pere stendin û ji bo temaşekirina filmî çûm sînemayê. Sînema bû, ez jî wek hevalên xwe hemûyan çûm. Dema em li sînemayekê difikirin, hawîrdoreke xweş û fireh tê bîra me, lê tişta ku em pê re rû bi rû man bi tevahî cuda bû. Bi navê xwe tenê sînema bû, li hawîrdorê şopa sînemayê tine bû. Em 2-3 gavan ketin hundir. Em gihîştin hundir. Zarokên ji me piçûktir li erdê rûniştibûn. Ev nîv saet bû. Em hemû jî zarok bûn. Me nizanibû û fêm nedikir ka em li çi temaşe dikin. Ji nişka ve dengek ji paş ve hat. Zarokekî xwe avêt xwarê û kire qîrîn.”

Dengê qîrîna dayik û bavan

Mihemed Emîn Ebdulselam, behsa bûyerê û serpêhatiya xwe ya wê rojê kir û got; “Gava em bi paş ve zivirîn, me dît ku kabîna ku motor tê de bû, şewitiye. Em hemû zarok bûn û ji vê yekê matmayî man. Di nava qîrînan de her yek bi cihekî ve dest bi revê kir. Hema bibêje, nîvê zarokên ji me piçûktir di wê rageşiyê de di bin piyan de pelçiqîn. Zarokên hinekî mezin hewl dida xwe xilas bike, lê bê encam bû. Ji ber ku derî li ser me hatibûn girtin. Li ber derî qerebalixek çêbû. Derî ne wisa bû ku bi hêsanî vebe. Me dehf dida lê venebû. Me dest bi reva ber bi çep û rastê ve kir. Ez ji dikana hundirê sînemayê reviyam. Çend hevalên min jî li dikanê bûn. Me li dora xwe nêrî, agir bilind dibû. Stûnên hesin ên Sînemayê hebûn. Stûn xwar bûn û ban hilweşiya. Ger ban neketibûya, em ê ji ber dûmanê bifetisiyane. Gava ku ban ket, me karî bêhna xwe bistînin û bi ronahiya derî bihisin. Em derketin derve. Bîreke avê hebû û hin zarok jî ketin hundirê bîrê. Me dest bi revê kir. Sola lastîkî di piyê min de bû. Agir bi piyê min ketibû. Gava min hewlda ez sola xwe derxim herdu destê min jî şewîtî. Gava min hewaya paqij stand ez li ser hişê xwe çûm. Pişre ez birim navenda tenduristiyê. Çavan çav nedidît. Xelkê Amûdê hemû li wir kombûyî bû. Qîrîna dayik û bavan olan dida.”

Ser bûyerê girtin!

Ebdulselam da zanîn ku şewata Sînemaya Amûdê ne bûyereke ji rêzê bûye û got, “Ew roj ji bo gelê Kurd rojeke reş bû. Ez naxwazim kesek bibe şahidê rojeke wiha. Me saet li pey xwe hişt, bû sibe. Kesî fêm nekir ka çi bûye. Ma divê em kêfxweş bibin ku em xilas bûne, yan divê em ji bo hevalên xwe yên şewitîne yên ku me li dûv xwe hiştin, xemgîn bibin? Em li ser vê yekê şaş man. Tofaneke mezin bû, lê ne tofaneke xwezayî bû. Ger îro 283 zarokên şewitî sax bûna, dibe ku weke min neviyên wan jî hebûna. Dibe ku ew bibûna endezyar, bijîşk, mamoste yan jî şoreşger. Kesî li ser şewatê lêkolîn nekir, lêpirsîn jî nehat destpêkirin. Ew weke ‘qeder’ê hate binavkirin. Jixwe, zexteke mezin a dewletê hebû. Çalakiyeke piçûk a Kurdan jî qebûl nedikirin. Wan kombûna komeke piçûk jî xeternak dît. Bi tundî ev kom belav dikirin. Kesî li ser hûrgiliyên vê bûyerê lêkolîn nekiriye û ser bûyerê hate girtin.“

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.