Dîlgirtin pîlana dewletan e

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 26 Adar 2024 - 00:48

RONÎDA HACÎ / NÛJINHA / HESEKÊ

Di 24’ê Adara 1993’an de agir bi zindana Hesekê ket û di encamê de, 61 kesên ku di navbera wan de ciwanên Kurd hebûn, jiyana xwe ji dest dan û nêzî 100 kes jî birîndar bûn. Mehdiya Hec Mihemed dayika 9 zarokan û hevjîna Mihemed Mihemed e. Hevjînê wê di zindanê de hatibû dîlgirtin û di şewata girtîgeha Hesekê de jiyana xwe ji dest da. li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Mehdiya Hec Mihemed bi boneya 32’mîn salvegera de xwest dosyaya şewata girtîgeha Hesekê were vekirin. Mehdiya Hac Mihemd wiha behsa girtina hevjînê xwe dike: “Di wê demê de rejîmê zext li ciwanan dikir û ji ber wê zextê wan neçar dikir ku çixareyan bifroşin. Mihemed êdî qebûl nedikir û her dem ji wan re digot ez vî karî nakim. Bi vê hincetê wî girtin. Hevalekî wî jî hebû wî jî qebûl nedikir wî li çerxeriyê bi darve kirin û çixareyan bi rûyî wî ve vemirandin. Di bin zext û hincetên cuda de ciwanên Kurdan digirtin.”

Li dijî Kurdan pîlan weke hev in

Mihdiya Hac Mihemed teqez kir ku rejîmê bi zanebûn girtîgeha Hesekê şewitandiye û wiha anî ziman: “Di 23’ê Adarê de ez çûm serdana hevjînê xwe. Ji min re got dermanek anîn wekî arvan spî bû li erda zindanê reşandin. Wê demê min jê re got ew derman ne weke Sînema Amûdê be. Hevjînê min digot ku gazê nedianîn zindanê lê beriya şewatê bi çend rojan gazê li girtiyan belav kirin û hemû şûşeyên xwe tijî kirin. Digot serê girtiyan hemû şûştin û rûyê wan çêkirin. Digot dilê min ji min re dibêje tiştek heye û wê çêbibe. Gelek kesan piştî bûyerê gotin ku dema şewat çêbûye, nêzî girtîgehê dawetek hebûye. Leşkerên rejîmê li ber girtîgehê tevli dawetê bûne û ferman didan ku dengê stranan bilind bikin. Sehrîc û agirkujê ku dihat ji bo agirê girtîgehê vemirîne av tê de tunebû. Piştî şewat derket em çûn ber girtîgehê, bi hezaran leşkeran anîbûn ji bo ku gel êrîş neke û nêzî zindanê nebe. Em tiştek hîn nebûn vegeriyan malê. Piştî wê leşkerên rêjîmê agahî dan ku di girtîgehê de şewitî ye û cenazeyê wî anîn.” Mihdiya Hac Mihed bal kişand ser siyasetên li ser dîlgirtina Kurdan û wiha axaftina xwe domand: “Ev şewat bi zanebûn derxistin. Weke gelek bûyeran, bi van yekan hemûyan qirkirina gelê Kurd hedef dikin. Çawa komkujiya Helebceyê û şewata Sînemaya Amûdê pêk hat ew jî yek ji van planan e. Ev siyaset li tevahî dewletan tê meşandin. Îro dewleta Tirk a dagirker kesên siyasetmedar, rewşenbîr û azadîxwaz dîl digre da ku berjewendiyên xwe pêk bîne û dengê azadiyê li hemberî faşîzmê dernexe. Ger dosya were vekirin û dadgehek bi edalet be wê rastiya wê bûyerê derkeve holê. Ger were vekirin wê rastiya dijmirovî ya sîstema rejîmê derkeve pêş lê 31 sal di ser bûyerê de derbas dibe  rêxistinên mirovî vê bûyerê paşguh kirin çawa komkujiya Helebceyê, Sînemaya Amûdê û komkujiyên dewleta Tirk ku di roja îro de pêk tîne paşguh dikin. Li hemberî kiryar û kîna li dijî Kurdan em ê asta têkoşînê bilind bikin. Em ê li hemberî sîstemên desthilatdar têkoşînê biimeşînin û pergala neteweya demokratîk ku ew çareseriya bingehîne ji bo tevahî gelan e bi ser bixin.”  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.