Pirtûkeke nû ya helbestan a Îrfan Amîda derket. Pirtûka bi navê "Zengeşev" ji Weşanên Lîs derket. Îrfan Amîda, serpêhatiya helbestvaniya xasî xwe, bi vegotin û sembolên poetîkaya xwe didomîne. Di her pêlika helbestên xwe ên nû de bi şêwazekî dîtir rihê peyvan dide ber çavên xwendevanan. Zengeşev, bi helbestên xem û xemgîniyên kûr, pêlên ji dem û wextên derbasbûyî, sîya bavên dilkeser, dayikên her dilovan û bendewarê azadiyê, hechecîkên dûrî warên xwe…
Çarînek ji pirtûkê,
"şermeke kevnar e niha çîrok
ev pêlek e
û ev pêlek e
Kurdistan peyvek e"
NAVENDA NÛÇEYAN