Dareke sûdewar: Nêtûn

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 15 Cotmeh 2025 - 17:15

  • Fitêm Siûd a ji gundê Ebû Fixêz ê Çiyayê Kizwanan li çoleke ku ne mal ne jî mirov û ne lawir lê tên dîtin, bi hevjînê xwe re bivirê xwe girtiye û nêtûnê kom dike.

Yên herî zêde ji krîzên aborî, ewlehî û civakî bibandor dibin jin in û ji bo jiyanê têkoşîneke bênavber dimeşînin. Jin ji çavkaniyên binerd û sererd ên xwezayî û pîşesazî jî sûdê digrin. Li Rojava jin bêçaretiyê napejirînin, her dem li alternatîf û çareseriyan digerin.

Fitêm Siûd li gundê Ebû Fixêz ê zêdetirî 20 km. rojava başûrî Çiyayê Kizwanan dikeve, dijî. Hevjînê wê ker û lal e û zarokên wê jî xwedî pêdiviyên taybet in, ya saxlem ew e.

Fitêm tevî hevjînê xwe yê ku wê nabihîse bi îşaretan bi hev re diaxivin, li nava çoleke ku ne mirov û ne jî lawir lê hene, nêtûnê kom dikin.

Nêtûn çi ye?

Nêtûn cureyek e darê ye û li erda ku nayê cotkirin şîn tê û xwedî bêhn e. Di vê demsalê de ji saetên sibehê heta berêvarê Fitêm di nava erdan de bi bivira xwe digere, nêtûnê jêdike û hevjînê wê kom dike.

Neçandina pembo berê jinan dide nêtûnê

Ji ber av û mazota kêm îsal rûberên çandiniya pembo di erdîngariya Çiyayê Kizwanan de, kêm hatine çandin. Ji ber wê gundên dûr nikarin sûdê ji komkirina qirşikan bigrin. Ji lewre nêtûna ku xwezayî li çolan şîn tê, ji jinên Çiyayê Kizwanan re wek alternatîfa qirşik û mazotê tê bikaranîn. Fitêm li ser zehmetiyên vî karî ji me re axivî.

Ji bo çêkirina nanê sêlê nêtûnê kom dike

Fitêm got ku ew nêtûnê kom dike û da zanîn ku nêtûn tenê ji bo çêkirina nanê sêlê tê bikaranîn. Li ser birina nêtûnê ber bi malê ve Fitêm balê dikşîne ser pirsgirêka wesayîdan û zehmetiyên peydakirinê.

Fitêm li ser şînhatina dara nêtûnê dibêje ku ew li her derê û li ser her erdê çiya şîn nayê. Tenê li erdên ku ne tê cotkirin û ne jî çandin, şîn tê. Fitêm da xuyakirin ku ew her sal berê xwe dide komkirina nêtûnê.

Di zehmetiyan de têkoşîna jiyanê

Fitêm zehmetiyên xwedîkirina zarokên xwe jî bilêv dike û dibêje: “Kurekî min ê lal heye, keçek min a kin heye  dirêj nabe, ji ber xwedî pêdiviyên taybet e. Hevjînê min ker û lal e û kurê min ê dinê jî tendrustiya wî ne baş e.” Jiyan ji bo Fitêm û malbata wê zehmet bûye lê dest ji têkoşîna xwe bernedane.

Tendrustiya xwe dike berdêla jiyanê

Fitêm dibêje ku ev karekî westandinê ye, di kefa destê wê de ji girtina bivir bi saetan peqik çêbûne, ji bo giştî demsala zivistanê wê nêtûnê kom bike, da ku rojeke zivistanê jî di çêkirina nanê sêlê de, agirê bin sêlê de kêm nebe û qirşik xilas nebin.

Fitêm a ku mazota germahiyê ya îsal tijî kiriye, li gorî wê dibe ku bifroşe da ku bi pereyên wê debara malê bike û li şûna wê soba qirşikan bikar bîne.

Ji ber bêavî û barana kêm dar biçûk mane

Fitêm mezinbûn û biçûkbûna dara nêtûnê spart rêjeya barana ku li ser wê herêmê dibare û got: “Di zivistanê de her darek metroyek zêdetir mezin dibe lê yên niha em kom dikin biçûk in. Baran baş nebariya ye û ji bêaviyê dar biçûk mane, mezin nebûne.

Serpêhatiy jinên Çiyayê Kizwanan

Ev aliyek ji çîroka Fitêm bû ku serpêhatiya bi hezaran jinên Çiyayê Kizwanan, bi bîr dixe. Ji çavkaniyên debarê yên gel û jinên Çiyayê Kizwanan, yek jî xwedîkirina pez e. Lê ji ber ku her malbat ne xwedî pez e, ev dibe sedem di dabînkirina çavkaniyên jiyanê de zehmetiyan bikşînin. Ji lewre jin berê xwe didin çolê û çavkaniyên wê yên xwezayî şîn tên, ji cureyên giha û daran kom dikin. Jin  ranawestin, 24 saetan dixebitin. Axa Çiyayê Kizwanan her çiqasî spî û kevirî be jî dikare bi şînatiyên xwe debara bi sedan malbatan bike. 

SORGUL ŞÊXO / JÎNHA/TIL TEMIR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.