Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê didome. Ji Bakur û Başûr îsal kes beşdar nabe. Nivîskarê Helîm Yûsiv jî dê li fûarê be.
77'emîn Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê îsal ji 140 welatan bi sedan wexanxaneyan dike mêvan. Îsal welatê mêvan Fîlîpîn e. Fûar êvara 14'ê mehê dest pê kir û heta 19'ê mehê didome. Ji kurdan tenê ji Rojava Weşanên Neqş beşdarî fûarê dibe.
Fîlîpîn bi 7 hezar û 134 giravên xwe welatekî cuda ye, jê wêdetir li vê derê 134 zimanên cuda têne axivîn. Ji Filipînê 60 pirtûk hilbijartine ku wergerandine almanî û li fûarê belav dikin.
Ji Tirkiyeyê nêzî 40 çapxane, ajans û weşanxane beşdar dibin.
Di dema pandemî de Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê zirarek mezin dîtibû, lê par dîsa hat ser xwe û 230 hezar kes çûn serdana fûarê. Îsal ji Bakur û Başûr tu weşanxane beşdar nebûne. Lê ji Rojava Weşanên Neqş têde cih digire. Salên borî bi taybetî Hikumeta Herêma Kurdistana Federe standên mezin vedikir ji bo danasînê, lê îsal venekiriye.
Ji bo Helîm Yûsiv du çalakî
Nivîskarê me Helîm Yûsiv jî bi pirtûka xwe ya nû ku ji bo almanî hatiye wergerandin dê li fûarê be. Ji bo vê du çalakî hatine amadekirin. Ya keyê 18'ê mehê saet 12'an de li cihê Weşanên Neqşê ye. Weşanxana Sujet Verlag û Helîm Yûsiv ewê behsa pirtûkê bi her du zimanan, bi almanî û kurdî bikin. Çalakiya din ku Helîm Yûsiv beşdar dibe jî 19'ê mehê saet 13.30 de ye. Çalakî li standa
PEN-Deutschland û hevbenda nivîskarên alman VS ye. Yûsiv dê qala romana xwe ya nû bike. Moderatora bernameyê nivîskara alman Jana Engels e.
NAVENDA NÛÇEYAN