Kooperatif wê alîkariyê bide girtiyan
Duşem 8 Kanûn 2025 - 03:40

Heft jinên ku xizmên girtiyan in, Kooperatifa Hilberîn û Kargeriya Jinan Rawesta bi merasimekê vekirin. Kooperatifa Rawestayê wê ji bo şahî û şînan xwarinê çêke. Jinên ku pêşengiya vê kooperatîfê dikin, wê di aliyê aboriyê de piştevaniya girtiyên xwe bikin. Endamên Kooperatifa Rawesta yê têkildarî Kooperatîfê û xebatên xwe axivîn.
Endama Kooperatîfa Rawestayê Sulhiye Saruhan diyar kir ku kurê wê di girtîgehê de ye û dixwaze ku di aliyê aboriyê de piştevaniya girtiyan bike û got:“Em malbatên girtiyan hatin cem hev û me Kooperatifa Rawesta ava kir. Kooperatifa me ya yekemîn e. Em dixwazin hewceyî mêran nebin. Em ê hewceyî bavê xwe, birayê xwe, hevjînê xwe nebin. Zarokên me, birayên me, bavê me di zîndanê de ne. Em dixwazin bi wan re bibin alîkar. Em piştgiriya sazî û malbatên xwe dixwazin. Bernameyên wan hebin bila piştgiriyê bidin me û em xwarinê çêbikin. Me 7 malbatê girtiyan destpêkir. Em bawerin ku hejmara me yê 100’î jî zêdetir bibe. Malbatên me bixwazin bila tevlî me bibin.” Xizma girtiyan Delal Tekîn jî anî ziman ku jin bi hev re aşpêjiyê dikin û got:“Ji bo ku em alikariya girtiyan bikin û ji şîn û şahiya re bi awayekî komunal xwarina çêkin me ev kooperatif vekir. Em endamên Kooperatîfa Rawestayê ne. Em jin bi hev re dixebitin. Armanca me ev e ku em alikariya girtiyên xwe bikin. Em li vir aşpêjiyê dikin xwarinên ku em çêdikin ji bo rojê şîn û şahiyan e. Daxwaza me alikariya girtîgehan e. Kooperatifa Rawesta fikreke pir başe. Em êdî dikarin li ser lingên xwe bisekinin. Ev me pir kêfxweş dike. Kooperatifa me nû vebû. Em dixwazin xebatên me zêde bibin. Em dixwazin hevalên me zêde bibin. Em li benda alikariya heval û hogirê xwe ne.’’ Endama Kooperatîfa Rawesta yê Hasrat Oral jî destnîşan kir ku 7 xizmên girtiyan bi hev re kooperatîf vekirin û got:“Em bi hev re xwarinan çê dikin. Em dişînin şîn û şahiyan. Em dixwazin kooperatîfa me pêş bikeve.”
Herî dawiyê Asli Çelebî jî xwesteka xwe ya ji bo piştgiriya jina anî ziman û got:“Weke xizmên girtiyan êdî em li destê kesê nanêrin. Em dixwazin jin pêş bikevin. Ji bo ku em pêş bikevin, neçarê kesan nebin me kooperatif vekir. Em dixwazin jin piştgiriyê bidin me. Gelê me jî alikariya me û girtiyên xwe bikin.”
AW/ESRA POLAT















