Li Dihokê Pêşangeha Pirtûkan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 4 Sibat 2026 - 01:15

Li Salona Konferansê ya Zanîngeha Dihokê bi tevlîbûna 18 weşanxaneyan 9’emîn Pêşangeha Pirtûkan destpê kir. Di pêşangehê de 30 hezar pirtûkên bi mijarên cuda yên wêje, zanistî, dîrok û ramanê li xwe digire. Zanîngeha Dihokê ragihand ji bo xurtkirina asta xwendin û lêkolînên çandî û wêjeyê wan 9’emîn Pêşangeha Pirtûkan vekirine.

Pêşangeh wê 5 rojan vekirî be. 18 weşanxane cihê xwe di pêşangehê de girtine. Rojane pêşangeh saet 10:00’ê sibehê heta 18:00’ê êvarî vekiriye.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.