Weşanên Şilêr xwendinê gurtir dike

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 18 Cotmeh 2025 - 00:28

  • Weşanên Şilêr di 10 mehên sala 2025’an de, 50 pirtûkên bi kurdî û 20 jî yên bi erebî gihandin ber destê xwîneran. Weşanên Şilêr hewl dide bi rêya pirtûkxaneyan çeperê weşangeriyê firehtir bike û bêhtir pirtûkan bibe ber destê xwendevanan.

BERÎTAN ÎRLAN / ANHA / QAMIŞLO

Weşanên Şilêr di 10 mehên sala 2025’an de, 70 (50 bi kurdî û 20 bi erebî) pirtûk gihandin ber destê xwîneran. 64 pirtûk li Rojava û 6 pirtûk li Şamê ji aliyê Çapxaneya Mezopotamya ve hatine çapkirin. 7 pirtûk jî ji bo çapê şandine Îranê lê hîna negihaştine herêmê.

70 pirtûkên ku hatine çapkirin dê cara yekemîn di Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 9’emîn de bigihêjin ber destê xwîneran. Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol dê di 20-26’ê Cotmeha 2025’an de li bajarê Qamişloyê bê lidarxistin.

Weşanxaneya Şilêr (ku di 4’ê Îlona 2025’an navê xwe kir Weşanên Şilêr) di sala 2017’an de, ji aliyê Komîteya Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, li bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê hat vekirin. Ji 2017’an heta 2025’an, 930 pirtûk bi zimanên kurdî û erebî pirtûk derxistine.

Weşanxaneya Şilêr di 2025’an de beşên werger, zarokan, kafe û pirtûkxane jî vekirin. Ji ber wê sedemê di 4’ê Îlona 2025’an îlan kir ku nav û logoya xwe guherandiye. Navê wê bû Weşanên Şilêr. Weşanxaneya Şilêr bi çend pirtûkxane û weşanxaneyên li Başûrê Kurdistanê re jî kar dike. Li Dihokê bi Weşanxane û Pirtûkxaneya Xanî re, li Hewlêrê bi Pirtûkxane û Weşanxaneya Mem û Zîn, Pirtûkxaneya Rosa re, li Silêmaniyê jî bi Pirtûkxane û Weşanxaneya Cemal Erfan (Silêmanî) re kar dike. 

Rêveberê Pirtûkxaneya Şilêr Cîger Efrîn di merasîma vekirina Şilêr Cafê Pirtûkxane (4’ê Îlona 2025’an) de, li ser armanca avabûna Weşanên Şilêr wiha gotibû: “Li vir şoreşek pêk hat, lê wêjeya wê tune ye, îro em dixwazin wêjeya şoreşê ava bikin.”  Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhillatê Sûriyê di 4’ê Îlona 2025’an de li Navenda Wêjeyê bajarê Qamiloyê, Şilêr Cafê Pirtûkxane vekir.

 

Armanc ewe ku li Amûdê, Dêrik, Hesekê û Kobanê jî vebe

Li pirtûkxaneyê beşên Zarok, Soranî, Roman, Çîrok, Îngilîzî, Almanî, Tirkî, Folklor, Dîrok, Lêkolîn, Helbest û Pexşan, Jînenîgarî, Ziman, Wêje, Ferheng, Şano, Ziman û Ferheng – Erebî, Jin û Zarok, Zanist, Erdnîgarî, Tendirûstî û Bijîşkî, Ol, Lêkolînên Wêjeyî, Qanûn, Mûzîk, Huner, Felsefe, Derûnî, Lêkolînên Sosyalîzmê, Lêkolînên Siyasî, Cins, Polîtîka, Civaknasî, Lêkolînên Giştî hene. Di heman demê de pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan jî di refên pirtûkxaneyê de cih digirin. Bi giştî 7 hezar û 930 pirtûk, ji wana 765 pirtûk bi zaravayên kurdî, 70 bi zimanên biyanî, 7 hezar û 95 pirtûk jî bi zimanê erebî tê de cih digirin. Ji wana 860 pirtûkên bi zimanên kurdî, erebî, tirkî berhemên Çapxaneya Şilêr in. Piştî 70 pirtûkên 2025’an li Pêşangeha Herekol a Pirtûkan a Navdewletî hatin pêşandan, dê ew jî cihê xwe di pirtûkxaneyên Şilêr de bigirin.

Li gorî agahiyên me ji rêvebera Weşanên Şilêr Fîdan Mihemed girtine, niha li Parka Azadî ya Qamişloyê amedekariya vekirina pirtûkxaneyeke din jî tê kirin. Fîdan diyar kir ku yek ji armancên wan ew e ku li bajarên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Amûdê, Dêrik, Hesekê, Reqa, Tebqa û Kobanê) jî pirtûkxaneyan vekin.

Hin pirtûkên Kurdî ku ji Waşanên Şilêr derketine ev in;

Keçek ji Ronahiyê, Dengvedana Êşan, 72 Demjimêrên ji Dojehê - Merwan Berekat

Hêlîna Şoreşê - Ridwan Nesrî

Mêrê Avis, Mirî Ranazin, Memê BêZîn, Tirsa Bêdiran, Auslander Beg, 99 Morîkên Belavbûyî, Komara Dînan, Jinên Qatên Bilind, Sobarto, Wehşê di Hundirê Min de, Firîna bi Baskên Şikestî, Serdema Qazîmazî, Romana Kurdî, Gava ku Masî Tî Dibin, Neviyê Tozê - Helîm Yûsiv

Dîwana 7 - Ebûdê Mexso

Hêviya Nazê, Kerê Serkeftî, Kofiya Rovî, Roviyê Çavbirçî, Serhişko - Alan Ebdulla, Pencereya Pêşîn ku nivîskar Roja Mihemed, Dilîn Ebdulrehan, Nesrîn Yûnis û Ciwana Hisên bi hev re nivîsiye.

Parçe Muzîk 1-2, Rîtmên Rojhilatî - Elî Seîd,

Stêrka Şivanan - Siyamed Birîm

Xweristin di Folklora Kurdî de - Ebas Îsmaîl

Ew Ewrê Rawestiyayî - Beyan Selman

Lekeya Tirsê - Evîn Teyfûr

Berhemên Giştî - Mamoste Pîr

Dîwana Mela Zîlanî, Mîrekî Hezarfen, Di Dîrokê de Têkiliyên Kurd û Rûsan - Sedat Uluguna,

Hêviyên Dil - Ciwan Evdal

Hawar - Şoreş Reşî

Hiş: Avaniyeke Îstisnayî ye - Sîesta Mîlano

Berbang - Lema Elî,

Awazên Miştenûrê - Nîvyana M. Mislim

Hemewî - Bêrîvan Şam

Stêrkên Stranan û Denbêjiya Kurdî - Mihemedê Pîrê

Montserrat (werger) - Gulistan Sîdo

Axîna Dilistan 1-2-3 - Cîger Efrîn

Şîlana Geliyê Zîlan - Ronak Mûrad

Hin pirtûkên Erebî jî ev in;

“Komara Tûtiyan” anku “مملكة الببغاوات” - Şêrzad Hesen.

“Amara 1”, “Amara 2” û “Amara 3” anku “امارا 1”, “امارا 2”, “امارا 3” - Mihemed Seîd Ewclo

“Trêna Efrînê” anku “قطار عفرين”, - Beraa Hisên

“Bingeha nivîsa Helbestên Şêrko Bêkes” - “البناء السردي في شعر شيركو بيكس” - Dr. Fadil Ebûd El Temîmî.

“Çiyayên Kurdan-Lêkolîneke Erdnîgarî ya Giştî” anku “جبال الكرد-دراسة جغرافية شاملة” - Dr. Mihemed Ebdo Elî

“Bajarên jihevketî” anku “المدن الهشة” - Ehmed El-Omer.

“Çiya û Çek” anku “الجبال والسلاح”- Ewildîrêj Cîmis.

“Dema “ anku “حين تتساقط التراتيل من داركسور” - Umran Elî (Dost).

“Roza” anku “روزا” - Selahedîn Muslim.

“Mirovkirin Wek Penagehek Helbestî” anku “الأنسنة ملاذا شعريا” - Dr. Besam El-Mejdel.

“Girêdan û Yekîneyên Piştgirîyê di Rêzimana Hevokan a Kurdî de” anku “الرابطة ووحدات الإسناد في نحو الجملة الكردية” - Berzo Mehmûd

“Şoreşger Cizîrê” anku “ثوار الجزيرة” - Ronak Murad.

“Mijarên di jiyana ziman de” anku “مواضيع في حياة اللغة” - Merwan Berekat.

“Karta Vegerê” anku “تذكرة عودة”  - Ciwan Silo.

“Heta Mirinê Min ji Wan Hez Kir” anku “أحببتهم حتى الموت” - Diyaa Iskender.

“Kurd di Ansîklopediya Berawirdî ya Helebê de - ji hêla El-Esedî ve” anku “الكرد في موسوعة حلب المقارنة-للاسدي” - Dr. Mihemed Ebdo Elî.

“Ferhenga Nivîskarên Efrîn” anku “معجم كتاب عفرين” - Nîdal Yûsif.

“Vegeriya Jiyanê” anku “استعاد أنفاسه” - Ebdulmecîd Xelef. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.