Rojnameya Ronahî destkeftiyek dîrokî ye
În 17 Cotmeh 2025 - 02:55
Rojnameyên çapkirî bi dijwariyeke hebûnî ya bêhempa re rû bi rû ne. Rojnameya Ronahî ji bo parastina mîrateya xwe û temaşevanên xwe ku hîn jî guhertoya çapkirî tercîh dikin, têdikoşe.
Rojnameya Ronahî piştî destpêkirina bûyerên li Sûriyeyê, di 16`ê Cotmeha 2011`an de li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi armanca hişyarkirina civakê û parastina azadiya raman û derbirînê dest bi weşanê kir. Piştî destpêkirina şoreşa Rojava di 19`ê Tîrmeha 2012`an de, rojnameyê di sala 2013`an de navendên xwe hem li Qamişlo û hem li Efrînê vekirin.
Ji rêveberên rojnameya Ronahî û yek ji damezirînerên wê Ebdilrehman Mihemed diyar kir ku rojname destpêkê bi şêwazeke nêzî kovarekê dest bi weşana çapkirî kir. Bi demê re, rojname bi pêş ket. Di sala 2014`an de, biryar hat dayîn ku çapên erebî û kurdî ji hev werin veqetandin. Armanca vê gavê ew bû ku pisporiya zimanî were zêdekirin û qada bandora medyayê berfirehtir bibe.
Rojnamevan û edîtora beşa erebî ya servîsa jinan a rojnameya Ronahî Ferîda Umer jî da zanîn ku weşana rojnameyê ji hêla komeke rewşenbîr û welatparêzan ve hatiye destpêkirin ku ji bo xizmeta welat û gelê xwe hatine cem hev û got: "Em ji ber hewlên wan ên berdewamkirina vê rêwîtiyê û parastina vê derfeta dîrokî spasiya wan dikin.”
Ferîda Umer wiha pê de çû: “Di demekê de ku li Sûriyeyê şoreşek pêk dihat û ber bi krîzên siyasî, aborî û civakî ve diçû, derxistina rojnameyê destkeftiyeke dîrokî bû ku em pê serbilind in. Rojnameyê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dest bi weşanê kir û ji wir, rojnameyê rêwîtiya xwe dest pê kir da ku bibe dengê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo hemû sûriyeyiyan."
Tiştê ku rojnameya Ronahî ji dezgehên din ên medyayê cuda dike, dûrketina ji ajandeyên otorîter e û qebûl nekir ku bibe amûrek ji bo bandora neyînî ya li ser civakê. Bi weşana bi zimanên kurdî û erebî, hewl dide bibe dengekî yekgirtî ji bo hemû beşên civakê.
Ferîda Umar behsa rola jinan a di rojnameyê de kir û destnîşan kir ku jinan ji nûçegihaniyê bigire heya edîtoriyê û rêveberiyê, hebûna xwe bi deng, pênûs û ramanên xwe bi awayekî zelal nîşan daye. Ferîdayê wiha lê zêde kir: "Jinan hewl, têkoşînek mezin dane, bi taybet di vê qonaxa ku em tê re derbas dibin. Ev erkek e ku dikeve ser milê hemû jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê bi giştî. Guhertinên ku pêk tên, li me ferz dike ku em li gorî vê berpirsiyariyê tevbigerin, destkeftiyên jinan biparêzin û dengê wan bigihînin raya giştî ya cîhanê.”
ANHA/QAMIŞLO/EHMED SEMÎR