Amûrên tibî telef bûne

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 15 Cotmeh 2025 - 15:45

  • Bi dîmenekê krîza beşa tenduristiyê ya li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de aşkera dibe, li Nexweşxaneya Wetenî ya Misyafê ya ku xizmetê ji nêzî 800 hezar kesî re pêşkêş dike nexweş zehemtiyên pêşkêşkirina xizmetguzariyê dikişînin. Ji ber paşguhkirinê bi dehan amûrên tibî xerab bûne û xebatkarên tibî yên pispor kêm in. Ev zehmetî gefan li jiyana bi sedan nexweşxan dixwe û êşên wan zêdetir dikin.

Li gorî çavkaniyên tibî yên ji hundirê nexweşxaneyê, beşa şûştina gurçikan wêneyek biçûk a krîzê ye. Li gel ku 16 amûrên şûştina gurçikan di nexweşxaneyê de heye, lê tenê 4 amûr dixebitin, û yên din ji ber pêdiviya wan bi parçeyên guhertinê hene ji xizmetê derketine. Hin caran jî tenê 3 alavên şûştina gurçikan dixebitin.

Beşa şûştina guçikan rojane nêzî 21 caran gurçikan dişo. Ev hejmar ji bo dabînkirina pêdiviyên tevahî nexweşxanan têrê nake. Ji ber ku mehane 65 nexweş diçin nexweşxaneyê û hewcedariya wan a mehane bi nêzî 600 carên şûştina gurçikan heye. Ev yek zexteke mezin li ser amûran çêdike û jiyana nexweşan dixe xeteriyê.

Amûr û xizmetguzarî kêm in

Nexweşên serî li nexweşxaneyê didin dibêjin ku amûr û xizmetguzarî kêm in, li kêlek wê jî xebatkarên tibî jî pir hindik in, nexasim bijîşkên beşa zarokan. Ev yek bandoreke neyênî li ser kalîteya xizmetguzariyê ya vê beşa hesas dike. Ligel ku hewcedariya herêmê gelekî heye, di nexweşxaneyê de amûrên tibî weke amûra ekokardiogram û MRI nîn in. Her çendî avahî ji bo MRI amade ye, lê bê amûr e. Bi wê re nexweş mecbûr dibin ku rêwîtiyek dûr bikin ku xwe tedawî bikin. Li gorî çavkaniyên tibî, rêveberiya nexweşxaneyê bi destpêşxeriyên xwe hewl dide rewşê baş bike, weke avakirina depoyên amûrên tibî yên xerab, da ku piştre parçeyên wan li amûrên din siwar bike.

Di sala 2007’an de hatiye vekirin

Nexweşxaneya Wetenî ya Misyafê di 2007ˋan de hatiye vekirin, û ji bo 200 text hatiye amadekirin. Li gorî biryarnameyeke komarê ya bi jimareya 145 a di 26ˊê Nîsana 2012ˊan, ew wek desteya serbixwe hat destnîşankirin. Lê ji ber cihê erdnîgariya wê, derketina gelek nexweşxaneyan û navendên tenduristiyê ji herêma navîn di dema krîza Sûriyeyê de ji xizmetê, nexweşxane veguherî ya navendî. Pêşbîn bû xizmetî nêzî 800 hezar kes bike.

Ev rewş piştrast dike ku pşaguhkirina hikumetê ji nexweşxaneyan re hîna didome, bi wê re jiyana bi hezaran welatiyan rûbirûyî xeteriyê dihêle.

ANHA/MISYAF

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.