Di ser re 64 sal derbas bûn

Pêncşem 14 Mijdar 2024 - 02:40

ROZA METÎNA 

Di 13'ê Mijdara 1960'î de 283 zarokên Kurd dema li Sînemaya Amûdê li fîlm temaşe dikirin, di nava agir de bi awayekî dilbiêş jiyana xwe ji dest dan. Tevî ku 62 sal di ser re derbas bûne jî sedema şewatê nehatiye eşkerekirin, lê hemû delîl nîşan didin ku bûyer komkujiyek plankirî ye. Fîlmê "Sûcê Nîvê Şevê" wê rojê li Sînemaya Amûdê ji bo piştgiriya Şoreşa Cezayîrê dihat nîşandan. 500 zarokên Kurd li eywana ku divê 130 kes tê de bin, bi cih kirin. Dema zarokan li fîlm temaşe dikirin agir bi sînameyê ket. Ji ber ku hêzên rejîma Sûriyeyê di dema şewatê de derî venekirin 283 zarok şewitîn. Leşkerên Sûriyeyê yên ku derî li ser zarokan digirin û piştî ku agir bi sînemayê dikeve derî venakin, bûn sedema şewitandin zarokên temenê wan di navbera 8 û 14 salî de bûn. Ji vê helwestê jî mirov fêhm dike ku ev komkujiyeke sîstematîk bû û hat xwestin zarokên kurdan bi zaneyî bên qetilkirin. 

Cara ewil sînema dîtibûn  

Hinek şahidên wê demê tînin ziman ku wê demê sînema bi mirovan xerîb dihat. Tiştekî nû bû. Hinek zarokan kincên xwe yên nû li xwe kiribûn û çûbûn sînemayê. Gelek zarokên wê demê jiyana xwe ji dest dan cara ewil sînema dîtibûn. Wekî her çar aliyên Kurdistanê li Amûdê jî hat xwestin ev bûyer bê zelalkirin. Lê belê rejîma Sûriyeyê ji bo ev bûyer neyê eşkerekirin çi ji destan hat kir. Piştî bûyerê yekser rayedarên Sûriyeyê gotin:“Ev qeder e. Tiştekî bê kirin tune ye” û diyar kir ku şewata sînemayê ji ber xeletiyeke teknîkî derketiye. Lê belê di dema bûyerê de ti teknîsyen û xebatkarên sînemayê zirar nedît, leşkeran mudaxele nekir, derî hatin kilîtkirin û lêpirsîn nehat kirin. Vê yekê jî îşaret dibir ser komkujiyeke plankirî. 

Avakirina sînemayeke nû  

Komuna Fîlman a Rojava jî diyar kiribû ku wê ji bo bibîranîna kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dane bide jiyîn, wê bi piştevaniya Yekîtiya Şaredariyên Kantona Cizîrê sînemayeke nû ava bikin. Ji Ofîsa Kontrola Teknîkê ya Şaredariya Amûdê Dorîn Deqorî, di roportaja xwe ya ku dabû NÛJINHA'yê de bal biribû ser avakirina sînemayeke nû. Dorîn Deqorî gotibû:“Armanca ji nû ve avakirina sînemayê, bîranîn û zindîkirina şehîdên me yên di şewata sînemayê de jiyana xwe ji dest dane ye. Projeya ji nû ve avakirina avahiya sînemayê ji aliyê Yekîtiya Şaredariyên Kantona Cizîrê û Civaka Sînemaya Rojava ve hat pêşniyarkirin. Di 31’ê Tebaxê de dest bi çêkirina sînemayê kir û xebatên me berdewam dikin. Ji bilî sînemayê em ê pirtûkxaneyekê jî ava bikin û di pêşerojê de dê gelek beş bên avakirin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.