Şewata Sînemaya Amûdê
Pêncşem 13 Mijdar 2025 - 02:45

Di 13'yê Mijdarê de bi şewata Sînemaya Amûdê zarok ji xeyalên xwe û ji hevîyên xwe hatin qutkirin. Di nava şewatê de siberojek hat qetilkirin.
13'yê Mijdarê salvegera Şewata Sîmena Amûdê ye. Di sala 1960'î, de şagirtên seretayî ji aliyê mudirê navçeya Amûdê hatin vexwendin da ku li fîlmê misrî “Şebeh Muntesef El Lêl” temaşe bikin. Fîlm ji bo piştgiriya şoreşa Cezayîrê ya li dijî Fransayê bû. Hatinên bilêtên beşdariya fîlmê dê wek piştgirî ji şoreşê re bihata şandin. Wiha xuyda dike ku pêşandana fîlm tenê ji bo danheva alîkariya ji bo Cezayîrê bû ji ber ku mijara fîlm jî ne li gorî zarokan bû.
Jixwe ji dîrokê heta niha ji aliyê 4 dewletên ku gelê kurd tune dihesibînin her tim lîstikên qirêj hatibûn lîstin. Diyar bû ev jî yek ji wan lîstikan bûn û her tim zarokên kurdan jî hedef hatibûn girtin.
Sînema Şehrazad ku film lê dihat pêşandan, ji heriyê hatibû avakirin. Banê wê tev text û pûş bû. Dîwarên wê ji hundir ve bi çewalan hatibû pêçan. Agir bi projesiyonê yê kevn ket. Dûre agir li dîwarên darîn, mobîlya û laşên zarokan belav bû.
Agir bi ban, dîwarên darîn û kursiyên darîn ket. Qerebalixa zarokan rewş girantir kir. Tenê deriyek hebû ku dikarin ji wir derkevin. Lê ji ber qerebalixê, hat girtin. Zarok di hundir de man. Ne mamoste û ne jî rêveberê dibistanê kesek bi wan re tune bû.
Vê yekê rewşa zarokan hîn xerabtir kir. Zarokên bi xelayên wê film temaşe bikin hatibûn berdêla vê yekê bi canê xwe dabûn. Ew bi lîstikeke qirêj ji xeyal û pêşeroja xwe hatibûn dûrxistin. Ev yek di rûpelên dîrokê de hatibû nivîsandin.
Xelkê bajêr, dengê qîrîna zarokan bihîst. Bi hewara wan çûn. Dema xelkê bajêr hewl da zarokan derxin, banê darîn ket. Di encamê de ciwanê bi nave Mihemed Seîd Deqûrî jiyana xwe ji dest da ku derdora 12 zarokan ji şewatê xilas kiribû.
Şewatek dijwar bû. Zarok bi qêrîn û tirseke mezin hatibûn şewitandin. Hêviyên wan bi wan re di nava şewatê de hatibû hiştin. Ew li hêviya kêliyeke xweş bûn lê belê ev kêlî bi şewatê hatibû tepisandin.
Di wê şewatê de, zêdetirî 280 kesî jiyana xwe ji dest dan. Di nav wan de 200 şagirtên seretayî hebûn, temenê wan 12 sal derbas nedikir. Bûyer, di dîroka bajêr, bîra kurdî û Sûriyeyê de felaket bû. Desthilata li bajêr ku wê demê Yekitiya Sûriye-Misirê bû, lêpirsîn çênekir. Hikumetên Sûriyeyê yên li dû wê hatin jî, tu helwest nîşan nedan.
Her kes bêdeng man. Çimkî kengî zarokên kurd biban hedef bêdengiyek mezin li her derê belav dibû. Helwesta nehat nîşandan helwesta li dijî gelê kurd û nasnameya gelê kurd bû. Ji ber zarokên kurdan siberoj bûn loma siberojek hat qetilkirin.
Avahî ne xwediyê taybetmendiyên sînemayê bû. Biçûk bû, ji heriyê bû. Ji hundir ve bi awayekî ne rêkûpêk bi perdeyan hatibû pêşan. Ban ji dar bû. Deriyê derketinê ji erdê bilind bû. Yanî ji erdê avahiyê ji hundir ve nizm bû. Derî du parçe bûn. Pêwîstiya jeneratorê bi lênêrînê hebû, piştî ku gelek dan û bê rawestan hate xebitandin.
Şewata Sînemaya Amûdê di hafizaya gelê kurd de cihekî mezin girt. Ev roj tu carî nehat jibîrkirin. Bi vê şewatê re ew kîn û hêrsa li dijî gelê kurd dîsa eşkere derket holê.
Mixabin heta roja îro tu lêkolîneke têr û kêrhatî der barê vê komkujiyê de nehatiye kirin. Tevî ewqas sal di ser vê bûyerê de derbas bûn hîna sedemên wê komkujiyê di tarîtiyê de ne. Her ew pirsa der barê sedemên vê komkujiyê de wiha tê pirsîn: gelo ew komkujiyeke plankirî bû an jî di encama sersarî û bêberpirsariyê rû daye.
NAVENDA NÛÇEYAN















