Sînemaya Amûdê di festîvalê de bibîrtînin

Nûçeyên Çand/Huner

În 14 Mijdar 2025 - 00:56

Di 13`ê Mijdar 1960'yan de li Salona Sînemaya "Şehrezad" a li bajarê Amûdê, di bin navê destekdayîna şoreşa Cezayîrê ku li dijî mêtingeriya Fransayê liber xwe dida de, fîlmek hat pêşandan. 

Pereyê ku ji pêşandana filmê bi navê “Şebeh Muntesef El Leyl (Xeyaletê Nava Şevê)” hatiye bidestxistin wê ji bo piştgiriya şoreşa Cezayîrê bihata şandin. Wê rojê 500 şagirtên dibistanên seretayî ku temenên wan kêmtirî 12 salan bûn, li salona sînemayê hatibûn komkirin. Lê salon têrî hejmarek wiha zêde nedikir. Dîwarên wê ji heriyê, bane wê texte û qamiş bû.

Salona ku qaşo ji bo destekdayînê hatibû tijekirin, wê rojê bû dojeh. Dema film destpê kir, ji nişka ve şewat derket û zarok hemû di hundir man. Zarok li ber derî kom bûn ku derkevin lê ji ber hejmara zêde derketin zehmet bû. Şêniyên bajêr berê xwe da cihê şewatê ku zarokên xwe xelas bikin. Yek ji yekem ket hundirê salonê û xwest zarokan xilas bike jî Mihemed Seîd Axayê Deqorî bû. Di nava şewata dijwar de, Deqorî gelek zarok xilas kirin, lê ew bixwe, di bin banê sînemayê yê ku hilweşiyan de ma û jiyana xwe ji dest da.

Ekîbên agirkujiyê yên hikûmetê bi hawarê nehatibûn. Heta ku şewat vemirî, 283 zarokan jiyana xwe ji dest da.

Li beramberî vê komkujiyê, desthilata wê demê ku Komara Erebî ya Yekgirtî (Sûriye û Misir) bû, tu lêpirsîn nekirin û heta niha jî tu encam derneketin.

Li şûna sînemayê niha abîdeya qurbaniyan hatiye çêkirin.

Bi pêvajoya şoreşa 19’yê Tîrmehê (2012) re jî, ji bo zindîhiştina bîranîna qurbaniyan di qada sînameyê de gavên girîng hatin avêtin.

Ji sala 2016’an ve jî Mîhrîcana Fîlman a Navnetewî ya Rojava tê organîzekirin û xeyalên zarokên qurbaniyên şewatê tê jiyanîkirin.

Mîhrîcana ku her sal di roja komkujiyê de (13 Mijdar) tê lidarxistin, hefteyekê dom dike. Mîhrîcan ji ber sedemên cuda ji sala 2022’yan ve nehatibû, lewma îsal (2025) wê ya 5’emîn were lidarxsitin.

Dirûşmeya mîhrîcana ku dê li bajarê Qamişlo were lidarxistin, weke "Çîrokên hevbeş, sînemaya azad" hatiye diyarkirin.

Ji bo mîhrîcanê ji Kurdistan û welatên cuda serlêdanên ji bo 218 fîlman û 22 senaryoyan hatine kirin. Ji 218 fîlman 81 fîlm hatine erêkirin. Di mîhrîcamê de wê di beşên film û senaryoyê de xelat werin dayîn. Her wiha dê panel û semîner werin lidarxistin. 

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.