Ji bo parastinê vegerin

Sêşem 19 Adar 2024 - 00:25

ARGEŞ ŞENGALÎ / ANF / ŞENGAL

Xelkê Şengalê ku di sala 2014’an de rû bi rûyê qirkirinê bû û ji fermanê heya roja me ya îro bi destê dewleta Tirk û PDK’ê siyaseta qirkirinê lê tê ferzkirin, helwesteke xurt û zelal nîşan dide û Iraqê hişyar dike da ku nekeve nav xefika dewleta Tirk. Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo derbarê mijarê de nirxandinên girîng kir, hişyariyên cidî li Iraqê kir. Nayîf Şemo diyar kir ku lihevkirina di navbera hikumeta dewleta Tirk û ya Iraqê de, ne li gorî yasayên navneteweyî ye û xalên ku tê gotin li ser lihevkirine wiha şîrove kir:"Yek jê ew e ku hikumeta Iraqê bi hinceta PKK’ê destûrê bide artêşa dewleta Tirk 40 km’yan bikeve nav axa Iraqê. Ev cihê şermê ye. Dewleteke di nav axa dewleta xwe de rê bide dewleteke dijmin û xelkê xwe bi destê wê bide kuştin! Ev ne tiştekî aqilane ye, kî dikare van tiştan qebûl dike?’’

Dixwazin tirsê ava bikin

Nayîf Şemo, daxuyaniya wezîrê parastinê yê dewleta Tirk jî bi bîr xist û wiha rexne li helwesta Iraqê kir:"Wezîrê parastinê ya dewleta Tirk got ‘me ti tiştek li derveyî îradeya dewleta Iraqê nekiriye’. Bi van axaftinên xwe behsa êrîşên li ser hin herêmên Iraqê dikir, bi taybetî jî Şengalê. Yek ji sedemên ku koçberên Êzîdî nikarin vegerin ser axa xwe jî ev êrîş in. Dixwazin tirsê bixin nav dilê Êzîdiyan ku venegerin ser axa xwe û biçin bibin koleyê alemê. Dewleta Tirk got, ‘Me tiştek bêyî destûra Iraqê nekiriye û em tiştek bêyî wan nakin’. Wate, Iraq van êrîşan tîne ser gelê Şengalê, ew zarokên Êzidiyan dikujin."

PDK û Iraq reviyan PKK hat

Nayîf Şemo derbarê rastiya PKK’ê de ku dewleta Tirk a dagirker ji êrişên xwe re dike hincet jî ev nirxandin kir:"Dema 73 ferman anîn ser serê Êzidiyan PKK li ku dere bû? Ne ku me PKK ne anî, dewleta Iraqê û hikumeta herêma Kurdistanê PKK anî! Reva pêşmergeyan PKK anî. Dema hemû bazdan û qada leşkerî, siyasî, civakî vala kirin, însanetiya PKK’ê PKK aniye vê derê. Dinya hemû dizane PKK’ê erka xwe ya însanî pêk anî û di sala 2018’an de xatir ji Şengalê xwestin. Eger li dinyayê rêxistineke însanî heye ew jî PKK ye. Em qenciya wan ji bîr nakin, lê ne rast e bi hinceta PKK’ê her roj li mal û wesayîtên Şengalê bixin." Nayîf Şemo di dawiya nirxandina xwe de bangên girîng li xelkê Şengalê jî kir û got:"Di zûtirîn wextê de bila gelê me vegere Şengala xwe û xwedî li Şengalê derkeve. Hemû hesabên siyasî bidin aliyekî, Rêveberiya Xweser li Şengalê heye, di bin sîwana vê rêveberiyê de bi navê Ezdatiyê parastina xwe bikin. Wekî Rêveberiya Xweser hêzên me yên leşkerî hene, kî destê xwe dirêjî Şengalê bike em ê şerê wî bikin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.